Malbata Gulîstan Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir 2020-09-07 13:38:50 DERSIM - Malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulstan Dokû ya çend mehin windaye, li Qada Seyît Riza dest bi çalakiya rûniştinê kir.    Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Dokû 247 roj e nayê dîtin. Lêgerîna li Gulistanê ya di nava avê de jî di 6'ê Tîrmehê de hat rawestandin. Ligel daxwaza malbata Gulistanê û ya hevalên wê li cihê bejahî ji bo Gulistanê tu lêgerîn nehate dest pêkirin. Herwiha li gel ku hemû delîl ji windabûna Gulistanê Zaînal Abakarov nîşan didin derbarê wî de tu lêpirsîn nehat destpêkirin.   Dayika Gulistanê Bedriye Dokû û xuşka wê Aygul Dokû, li dijî rawestandina lêgerîna Gulistanê, bi daxwaza dîtina wê li Qada Seyît  Riza ya li Dêrsimê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.   Dayika Dokû, diyar kir ku ew 247 roj e ji keça xwe agahiyê nagire û wiha got: "Ez dayik im. Min keça xwe di serî de emanetî xwedê û piştre jî emanetî dewletê kir. Keça min xwendekar e. Gulîstana min li ku ye? Hestiyên keça min bidin min. Ger ku mirî be jî hestiyên wê bidin min. Keça min li ku ye? Kîjan dayik dixwaze hestiyan bigire? Ez dayik im, xwe bikin şûna min. Êdî keça min bibînin. Kezeba min dişewite."