Parlamentera HDP’ê Coşkun: Dr. Salgin çima xwest întîhar bike? 2020-09-07 13:30:28   ENQERE - Parlamentera Muşê Şevîn Coşkun, sedema hewldana întîharê ya bijîşkê Nexweşxaneya Dewletê  ya Mûşê Dr. Mustafa Salgin  ji Wezîrê Dadê pirsî û got: "Di pêvajoya şewbê de çend bijîşkan întîhar kiriye. Çima Salgin xwest întîhar bike?"    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Muşê Şevîn Coşkun, bal kişand ser hewldana Bijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê Dr. Mustafa Salgin û wiha got: "Salgin dema li Nexweşxaneya Dewletê ya Xaskoyê bijîşk bû, ji ber zêdebûna (Covid-19) sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Muşê kirin. Dr. Mustafa Salgin piştî sewqî Mûşê kirin ket nava hewldana întîharê. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun ji bo Fahrettin Koca bibersivîne pirsname da meclîsê.    Coşkun, anî ziman ku Dr. Mustafa Salgin di 3'ê îlonê de damarê zendê xwe birîne û piştre ji qadê çaran ê avahiyê avêtiye erdê. Coşkun, da zanîn ku ji wê demê  heta niha Bijîşk Salgin li beşa venertîna zêde li dijî mirinê li ber xwe dide û wiha got: "Nexweşxane bi hêjmarek kêm a xizmetkarên tenduristiyê, xizmeta tenduristiyê dide. Ji bo kedkarên bi KHK’ê hatin îxrackirin dîsa li kar vegerin me daxwaz kir. Lê ev dawazên me bê bersîv man. Tirkiye bijîşkan dişîne Sûriyeyê. Lê li Mûşê bijîşk Mustafa Salgin ê nikarîbû di şert û mercên kar de li ber xwe bide neçar ma întînar kir."    Coşkun ev pirs ji Wezîr Koca pirsîn:    “* Wezîr agahiya wî ji rewş û hewldana întînara Dr. Mustafa Salgin heye?    * Li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê ji ber şewba Covid-19 çend bijîşk û personel bi awayekî demî peyvirdar kirine?    * Di pêvajoya şewba Pandemî de bi giştî li Tirkiyeyê çend bijîşkan întîhar kiriye?    * Li tevahiya Mûşê bi giştî çend xizmetkarên tenduristiyê bi şewba Covid-19 ketine. Çend kesan jiyana xwe ji dest dane?   * Ji meha Adarê heta niha çend xizmetkarên tenduristiyê şandine Sûriyeyê?    * Çima xizmetkarên tenduristiyê ji Tirkiyeyê şandine sûriyeyê. Şandina bijîşkan bi fermana wezareta we pêk hatiye?    * Li tevahiya Mûşê çend kes bi şewba Covid-19 ketine. Çend li mal çend li nexweşxaneyê ne. Çend kesan jiyana xwe ji dest dane?    * Hûn tu planê dikin ku şertên xizmetkarên tenduristiyê baş bikin?    * Tu xebatên we ya ji bo tayînkirina endamên nû û kesên îxrac bûne bên kirin hene ya na?"