Li Rihayê polisan binçavkiriyan îşkence kir 2020-09-06 20:20:15   RIHA – Parêzerê Saît Yardimci ku li Şaxa TEM’ê ya Rihayê tê girtin Sezaî Akin, ragihand ku di bin çavan de îşkence li muwekîlê wî hatiye kirin.   Di 4’ê îlonê de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, polis û cendirmeyan bi ser malan de girtibû û bi angaşta “Piştgiriya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” welatiyên bi navê Hamdûllah Esen, Tayîp Temel û Mehmet Saît Yardimci binçav kiribûn. Hat diyarkirin ku Esen, Temel û  Yardimci, li Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Rihayê hatine îşkencekirin.   Parêzerê Yardimci, Sezaî Akin, bi Yardimci re hevdîtin kir û diyar kir ku muwekîlê ragihandiye ku di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin û ev tişt got: “Di dema hevdîtinê de şopê xwînê hebûn, hin deverên laşê wî mor bûbûn û kincên wî hatibûn qetandin. Dema ku wan birine nexweşxaneyê jî bijîjk ji 20 metreyî dûr ve wan mieyne kiriye û rapor girtî ye.”   Hat hînbûn ku parêzerên Esen û Temel hê jî bi muwekîlê re hevdîtin nekirine.