HDK û ÎHD: Bûyerên 6-7’ê Îlonê bi ‘planên çongşikandinê’ didome 2020-09-06 14:30:51   STENBOL - HDK û ÎHD’ê, derbarê 6-7’ê Îlonê de daxuyanî dan û diyar kirin ku bûyerên 6-7’ê Îlonê şerma sed salî ye û ev şerm îro bi ‘planên çongşikandinê’ tê berdewamkirin.   Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku komkujiya 6-7'ê Îlonê bi "agahî û kontrola" hikumeta wê demê hatiye kirin û wiha got: “Hemû jî çalakiyên şerekî taybet bûn ku pesnê wan didan. Hin berpirsyar bi rengekî sembolîk hatin darizandin, lê belê encam neguherî; ya hate kirin gihîşt armanca xwe. Xalîkirina etnîkî û desteserkirina mal û milkan bi giranî pêk hat."   ‘HEMAN POLÎTÎKA ÎRO JÎ DIDOMIN’   Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku muxatabê kiryarên niha, ji ber ku xeyrî muslîm nemane, êdî gelên din in û ‘Plana têkbirinê' ku rewşa nûkirî ya Planên Şark Islahat e, bi planên bicihkirina penaberan dewam dike. HDK'ê destnîşan kir ku heman polîtîka û kiryar niha jî dewam dike û ragihand, "Bûyerên ku wê demê bi tevlîbûna beşên rêxistinî qewimîn, niha veguheriye 'faşîzma ji rêzê' ya polîtîkayên sîstemê."    ‘ÇARE AVAKIRINA ENIYA LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ YE’    ÎHD’ê jî di daxuyaniya xwe de bi awayekî berfireh cih da bûyerên 6-7’ê Îlonê ev tişt got: “Bûyerên 6-7’ê Îlonê bi qasî ku encama polîtîkayên Komara Tirkiyeyê ya li dijî kêmneteweyan e, berhema dijminahiya li hemberî beşên mezin ên ne misilman e jî. Em di baweriyê de ne ku têkoşîna li dijî nîjadperestiyê ya ku derfet dide kevneşopiya qirker, bi qasî hesab pirsîna operasyonên şerê taybet girîng e. Heke em li dijî vê dijminahiyê tênekoşin êrîşên bi heman rengî berfireh wê timik bên dubarekirin. Çare avakirina eniyeke berfireh a li dijî nîjadperestiyê ye.”