Odeya Dermanxaneyan a Amedê: Ji ber ku kurd bûn êrîş li karkeran hat kirin 2020-09-06 14:04:47   AMED - Odeya Dermanxaneyan a Amedê, daxwaz kir ku êrîşkarên karkerên kurd ên li Sakaryayê bên cezakirin.   Odeya Dermanxaneyan a Amedê ya Herêma 11’emîn a Yekitiya Dermanxaneyên Tirkiyeyê (TEB), derbarê êrîşa nîjadperestî ya li Sakaryayê li hemberî karkerên kurd pêk hatibû de daxuyaniyeke niviskî weşand û bertek nîşanî êrîşê da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her sal karkerên kurd ên ku ji herêmê ji bo xebatê diçin berhevkirina findiqan gelek caran êrîşên nîjadperestî li wan tên kirin. Odeyê derbasbûnê ji bo karkeran xwest û daxwaz kir ku êrîşkar bên cezakirin.