AKP’iyan parvekirina wêneyên xwe yên bi Serokê DMME’yê re jêbirin 2020-09-06 13:10:38   MÊRDÎN – Serokatiya Milên Jinan a AKP’ê, li ser bertekên ku hatin nîşandan wêneyên xwe yên li Mêrdînê yên bi Serokê DMME’yê Robert Spano re jêbirin.   Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Robert Spano, duh çûbû serdana Mêrdînê û Walî û Qeyûmê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş ziyaret kiribû. Walîtiya Mêrdînê ji bo Spano bernameyek amade kir. Rêxistinên AKP’ê yên Mêrdînê jî tevlî van bernameyan bûn û piştre Serokatiya Milên Jinan a AKP’ê li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyên xwe yên bi Spano re parve kir. Gelek hesaban bertek nîşanî vê parvekirinê da.    Serokatiya Milên Jinan a AKP’ê, li ser bertekên ku hatin nîşandan parvekirina xwe jê bir.