Ji daxuyaniya Walitiya Sakaryayê êrîşa li dijî karkeran derket 2020-09-06 13:08:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bin daxuyaniya Walîtiya Sakaryayê ya ku nûçeyên êrîşa li dijî karkerên kurd derewand, êrîşa li dijî karkerên jin ên kurd a di 22’yê Tebaxê de pêk hatibû, derket holê.     Walîtiya Sakaryayê piştî dîmenên êrîşa li dijî karkerên kurd a li Taxa Sirt a girêdayî navçeya Ortakoy Sakaryayê pêk hat, di çapemeniyê de hat weşandin, bi daxuyaniya da bû êrîş derewandi bû.    Walîtiyê di daxuyaniya da bû de, diyar kiri bû ku bûyer ne di 4’ê Îlonê de li Sakaryayê pêk hatiye, di 22’yê Tebaxê de li Kocaeliyê rû daye. Di heman demê de, walîtiyê îdîakiri bû ku derbarê êrîşê de esker  nehatine agad kirin û tu ixbarek jî nehatiye  kirin.   Lê malbatên rastî êrîşê hatin, anîbûn ziman ku bûyer di 4’ê Îlonê de pêk hatiye û ji ber vê vegeriyan gundê xwe yên navçeya Şemrex a Mêrdînê û derbarê êrîşkaran de gilî kiribûn.    Lê derket holê ku bûyera di 22’yê Tebaxê de pêk hat a ku Walîtiyê behsê, êrîşî jinên kurd ên karker hatiye kirin. Li gorî nûçeya T54 a ku li Sakaryayê weşanê dike, diyar kir ku di bûyara 22’yê Tebaxê ya li Taxa Selahiyê ya navçeya Kocaaliyê pêk hat de karkerên jin ên kurd li nava baçeyê findiqan rastî êrîşê hatine û hatin derp kirin.     Hat diyar kirin ku mexdûran piştî êrîşê derbarê êrîşkaran de gilî kirine, lê êrîşkar bi şertê kontrola edlî hatine berdan.