Baroya Mêrdînê: Dozger xwest îfadeya mexdûran weke yên şahidan bigire 2020-09-06 10:01:36 MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê, piştî îfadeyên karkerên li Sakaryayê rastî êrîşê hatin li eskeriyê hatin girtin daxuyanî da û diyar kir ku dozger xwest îfadeyên mexdûran weke yên şahidan bigire.    Karê îfade girtina karkerên kurd ên li Taxa Sirt a navçeya Ortakoyê ya Sakaryayê rastî êrîşê hatin ên li Qereqola Eskerî ya Navçeya Şemrexê bi dawî bû. Parêzserên Baroya Mêrdînê, Baroya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD) û Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştgiriya hiqûqî ya karkeran kirin. Îfadeyên karkeran di hizûrê van parêzeran de hatin girtin. Piştî îfade girtina karkeran li avahiya Baroya Mêrdînê daxuyanî hat dayîn.    BI AWAYEKÊ ŞAHID XWEST ÎFADEYA KARKERAN BIGIRE   Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk di daxuyaniyê de axivî û got: “Heqaretên giran li karkeran hatine kirin û gefa mirinê li wan hatiye xwarin. Ji ber vê neçar mane ku paşve vegerin Mêrdînê. Lê ligel vê jî dozgeriya Şemrexê ji bo bilî 3 karkeran, xwest ku îfadeya karkerên mexdûr weke şahid bigire. Ev li dijî hiqûqê ye. Parêzerên me ev yek îtîraz kirin û xwestin îfadeya hemû karkeran weke mexdûr bên girtin. Dûre dozger bi awayekê mexdûre îfadeya karkeran digere. Hemû îfadayîna karkeran bi dawî bû.”    Elîk, anî ziman ku di demên dawî de êrîş nijatperest pir belav bûne û wiha bilêv kir: “Ji ber polîtîkayên ne cezakirinê ev êrîş mezin dibin. Ji ber ku êrîşkar difikirin ku wê bên parastin ji bo bi rehetî êrîş dikin. Ev jî zirarekê mezin dide aştiya civakî.”    Elîk, dest nîşan kir ku tu gingehek daxuyaniya Walîtiya Sakaryayê nîne û wiha pê de çû: “Tu rastiyeke daxuyaniya Walîtiyê tuneye. Bûyer weke ku li ser medya civakî û di çapemeniyê de hat parvekirin qewimiye. Karker di 4’ê Îlonê de, li Sakaryayê rastî êrîşê tên. Emê weke Baroya Mêrdînê şopdarê pêvajoya hiqûqî ya vê bûyerê bin. Emê bi her awayekî piştgiriya hiqûqî bikin.    SEROKÊ BAROYÊ NE XISTIN QEREQOLÊ   Elîk, bi bîr xist ku destûr nehat dayîn ku bikeve  qereolê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eskeran destûr nedan ku parêzer û serokê aboriyê bikin qereqolê. Ev li dijî hiqûqê ye. Em ê bi Baroya Amedê re, têkildarî mijarê raporekê amade bikin û bi raya giştî re parve bikin.”