‘Êrîşa nîjadperest encama atmosfera siyasî ye' 2020-09-06 09:03:50   STENBOL - Nûnerên rêxistinên kedê ji bo êrîşa nîjadperest a li Sakaryayê ku li dijî karkerên kurd pêk hatibû, anîn ziman ku ev êrîş rengevdana atmosfera siyasî ye û ji bo piştgiriya karkeran bang kirin.    Karkerên demsalî ku ji Şemrex a Mêrdînê ji bo berhevkirina findeqan çûbûn navçeya Ortakoy a Sakaryayê, bi êrîşeke nîjadperst re rû bi rû mabûn. Bertekên li dijî vê êrîşê didomin. Serokê Komeleya Piştevaniya Karkeran (ÎDD) Alî Karabûdak û Endamê Desteya Rêvebir a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Maşûk Oztekîn diyar kir ku êrîşên navbirî rengvedana astmosfera siyasî ne.    Oztekîn bilêv kir ku êrîşên nîjadperest ji ber polîtîkayên bêcezatiyê rû didin û got, karkerên demsalî li herêma Behra Reş bi gelek êrîşên bi vî rengî re bi rû mane. Oztekîn, destnîşan kir ku karkerên demsalî di şert û mercên bêewleyî de tên şixulandin û got, hin kardêrên ku li pey ehsab û kîtabên biçûk in, berî ku kar biqede ji bo heqê karkeran nedin li dor bilêvkirina "dewlet-alayê" dest bi lînckirinê dikin.    Oztekîn, anî ziman ku sedema netewperestiya ku her diçe zêde dibe partiya îqtidarê ye û got: "Qadên hilberînê yên Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerî bêerk hatin hiştin. Gelê tê xizankirin wekî hêza karî ay erzan berê xwe didin çar hawirdorê Tirkiyeyê. Lewma piraniya karkerên înşeat û çandiniyê kurd in."    ZIMANÊ AŞTIYÊ   Oztekîn, anî ziman ku êrîşên pêk tên parelelî atmosfera siyasî ne û got, di dema pêvajoya çareseriyê de hema bibêje êrîşên bi vî rengît unebûn. Oztekîn got: "Mirov jixweber naçin cihekî naşixulin. Sedema xizankirina kurdan û şixula wan a wekî karkerên demsalî, şerê heyî ye. Şerê di navbera gelan de bi kêrî tu kesî nayê. Lewma bang li dewletê dikim ku şopdarê vê bûyerê be û zimanê aştiyê bike zimanê serdest."    ‘RENGEVEDANA ATMOSFERA SIYASÎ YE'    Karabûdak jî anî ziman ku kurd bi êrîşine mezin re rû bi rû ne û got: "Ji dêvla ku mirov bi hev re li vî welatî bijîn, radibin ji bo berjwedniyên xwe ên ne ji xwe bin pê dikin. Ev feraseta siyasî bû sedema berberîbûnê. Êrîşa li Sakaryayê asta siyaseta Tirkiyeyê nîşan dide. Tu bikî nekî siyaseteke bi vî rengî welatiyan dike dijminê hev. Ev êrîş rengvedana atmosfera siyasî ye."    Karabûdak ji bo piştevaniyê bang kir.