Walî ji karkeran re gotiye 3 êrişkar hatine binçavkirin 2020-09-05 17:48:32 MÊRDÎN – Karkerên li Sakaryayê êrişî wan hat kirin diyar kirin ku Waliyê Sakaryayê li wan geriyaye û ragihandiye ku 3 êrişkar hatine binçavkirin. Hat zanîn ku Waliyê Sakaryayê yê derbarê êrişa li dijî karkerên kurd de duh daxuyaniyek dixwest bûyerê manîpule bike dabû, îro bi telefonê li xizmên karkeran Hamdîn Demîr geriyaye û hevdîtin kiriye. Waliyê Sakaryayê Çetîn Oktay Kadlirim ji malbatan re ragihandiye ku têkildarî bûyerê 3 êrişkar hatine binçavkirin. Demîr da zanîn ku walî her çiqas wisa gotibe jî lê gumanê wî têkildarî binçavkirinê hene û dibe nehatibin binçavkirin.    ÎFADE DAN QEREQOLÊ    Li aliyê din karker çûn Qereqola Cendirmeyan a Şemrexê û li gel parêzerên Baroya Mêrdînê îfade dan.