ÎHD: Êrîşên li Sakarya berdewama polîtîkaya înkarê ye 2020-09-05 16:08:00 STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê têkildarî êrîşa li Sakarya li dijî karkerên Kurd pêk hat daxuyanî da û got: "Ev berdewama polîtîkaya înkarê ye. Em tenê vê bûyerê şermezar nakin. Em ê hem şermezar û lanet bikin û hem jî şopdorê vê yekê bin."     Komîsyona Li Dijî Cudakariyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, têkildarî êrîşa nijadperest a li dijî karkerên kurd li Sakarya pêk hat daxuyaniya nivîskî weşand. Komîsyona Şaxa ÎHD'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên nijadperest û cudakariyê û anî ziman ku ev encama pergalê ye û wiha got: "Ya herî xerab kesên di jiyana asayî de kar û barê xwe dikin, komek fireh a nijadperest ku pergal jî piştgiriyê dide, êrîşî wan kirin. Her sal li dijî karkerên kurd ên demsalî heman êrîş pêk tên. Karkerên ku bi êrîşan re rû bi rû dimînin neçar dimînin ku vegerin welatê xwe û gundên xwe. Ev mînaka nîjadperestî û pergala heyî ye. Daxuyaniya Waliyê Sakarya encama polîtîkaya înkarê ye."    Di Cotmeha 2019’an de dîsa li Sakarya karkerê 19 salî Şîrîn Tosun ji ber bi kurdî axivîbû, 6 kesan êrîşî wî kiribûn. Tosun piştî êrîşê 54 rojan li nexweşxaneyê derman bû û herî dawî jiyana xwe ji dest da.