Eskeran gundê karkeran dorpêç kir 2020-09-05 14:37:12     MÊRDÎN - Eskeran karkerên kurd ên komên nijadperest li Sakarya êrîşê wan kirin û piştî êrîşê vegeriyan gundê xwe yê Kelekê yê Navçeya Şemrexa Mêrdînê, dorpêç kir û destûr nedan rojnameger û heyet biçin gund. Eskeran şewba vîrûsa covît 19 hincet nîşan da û destûr neda.    Eskeran karkerên ku komên nijadperest li Sakarya êrîşî wan kirin û vegeriyan gundê xwe, gund dorpêç kirin. Eskeran piştî dorpêça gund, bi hinceta vîrûsa covît-19 destûr nedan ku rojnameger û heyet biçin gund. Karkerên kurd ên ji Gundê Kelekê yê Navçeya Şemrexa Mêrdînê dema vegeriyan gund. Eskeran bi hinceta vîrûsa şewba covît-19 piştî karker çûn gund, gund dorpêç kirin û ketin û derketina gund qedexe kirin. Karkerên ku ewil vegeriyan gund û alavên xwe danîn gund, piştre ji bo rapora lêdanê bigirin çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê. Karkerên ku rapor girtin û vegeriyan gund vê carê eskeran li gund nokteya kontrolê danîn. Piştî bûyerê gelek rojnameger jî çûn gund. Beriya ku rojnameger bigêjin gund eskeran saet di 13.30'an de hatin mezrayê û ketin û derketina mezrayê ji çûn û hatinê re girtin. Eskeran rojnamegerên ku xwestin biçin gund di GBT'ê re derbas kirin. Di lêpirsîna GBT'ê de fermandakekî got: "Ji vê saetê û şûnde ketin û derektina gund qedexe ye."   Eskerên ku destûr nedan rojnameger jî biçin gund, hinceta vê yekê vîrûsa Covît 19 nîşan da.