HDP: Emê şopdarê êrîşên li dijî karkerên kurdan bin 2020-09-05 13:53:41   ENQERE - Cigira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Şaziye Kose, derbarê êrîşa li dijî karkerên kurd a Sakaryayê de axivî û got: “Em ê şopdarê pêvajoya edli û îdarî ya êrîşê bin. Emê pêvajoya darazê bi karkeran re bi axivîn.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê êrîşa nijandperest a li dijî karkerên kurd li Sakaryayê pêk hat de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Cigira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Kedê ya HDP’ê berpirsiyar Şaziye Kose û endamên komîsyonê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Wekîla HDP’ê Kose di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di saya gotin û polîtîkayên bijehir ên tifaqa AKP û MHP’ê de, çand linçe pir zêde bûye. Di berê de jî, li dijî karkerên çandiniyê yên demsaliyê, gelek caran êrîş pêk hatin.  Ev êrîş êdî ewqas zêdebûne, êdî mirov nikare bijmêre. Her tim kedkarên kurt û koçber rastî van êrîşan tên. Bi taybetî di van êrîşan de, tundî û lêdanê tên.”   BÛYER VEGOT: BI DIJÛNAN DEST PÊ DIKE   Köse, bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Sakaryayê ya derbarê bûyerê de hat dayîn û wiha bilêv kir: “Cardin sê meymûnî lîstîn. Gotin me ne bihistiye, em nizanin, me ne dîtiye. Ji xwe her tişt di dîmenan de diyar bû. Dema ku karker serê sibe diçin nav zeviyan, kardêr ji wan re dijûnan dike. Ev bi serê xwe cudakarî û nijatperestiye. Karkerên kurd li ser vê y ekê ji kardêre dibêjin ‘Hûn nikarin heqaret bikin. Em hatine bixebitin. Em nehatin ku hûn heqaretê li me bikin.’ Kardêr li ser vê yekê cardin dijûnan dike. Dûre jî bi dar û beran êrîşî karkeran dikin. Êrîşa nijatperestan a li dijî karker û jinan her tiştî radixe ber çavan.”   ‘EM Ê ŞOPDARÊ BÛYERÊ BIN’   Kose, dest nîşan kir ku ev êrîş bi zanebûn hatiye kirin, yek ji berhemên polîtîkayên tên birêve birine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hikumeta AKP’ê li dijî gelan polîtîkayên dijminantiyê bi rêve dibe. Ji bo ku dijminantî bikeve nava gelan, polîtîkayan bi rêve dibin. Lê em ê hêviya bi hevrebûna gelan mezin bikin. Emê weke HDP’ê şopdarê edlî û îdarî yê vê bûyerê bin. Em carek din êrîşa nijatperest a li ser karkerên xwe şermezar dikin û divê tavilê lêpirsîn derbarê êrîşkaran de vebe. Karkerên çandiniyê îro gehiştin gundên xwe. Me bi wan re hevdîtin kir. Ji bo pêvajoya gilî kirin û darizandinê emê bi hev re nîqaş bikin.”