Parêzer: Îdîanameya derbarê Mehmet Demîr de fiyaskoye 2020-09-05 10:03:33 ÊLIH - Parêzerê Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û ji peywirê hat girtin Demîrhan Demîr, diyar kir ku îdîanameya derbarê Demîr de hatiye amadekirin tam fîyaskoye.-   Polîsan di 23’yê Adara 2020’an de bi ser mala Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr  de girtibûn û wî binçav kiribûn. Dûre bi biryara Wezareta Karê Hûndir ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînê cihê wî hatibû kirin. Demîr ê piştre hat berdan, vê carê jî di 27’ê Tîrmehê de, di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû binçavkirin û girtin. Îdîanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû amadekirin, pêşkêşî 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin. Lê dadgehê îdîaname îade kir. Dadgehê di hinceta îadeya xwe de, ji dozger xwestibû ku dosyayên berê yên derbarê Demîr de hatine girtin û biryarên ne şopandinê ji bo wan hatine dayîn îtîraz bike û ji nû ve li wan dosyeyan mêze bike.   Dozgerê ku guh da dadgehê, cardin ji nû ve îdîanameya derbarê Demîr de hatibû amadekirin sererast kir û şand dadgehê. Di îdîanameya ji 69 rûpelan pêk tê de, pergala hevserokatiyê, xebatên Demîr ên KCD’ê, roportajên dane rojnameyan û hevdîtinên di telefonê de kirine, hemû weke sûc hatine dîtine û ji ber dosyaya KCD’ê ya ji beraet kiribû jî, ji 15 salan heya 7,5 cezeyê girtîgehê ji Demîr tê xwestin.    Parêzerê Demîr Demîrhan Demîr, îdîanameya derbarê muwekîlê wî de hatiye amadekirin ji ajansa me re nirxand.   HER TIŞT SÛC HATIYE DÎTIN   Parêzer Demîr, diyar kir ku di îdîanameya hat amadekirin de, hevdîtinên telefonê yên ji sala 2013’an ve hatin qeydkirin di îdîanameyê de cih digirin û wiha axivî: “Gelo çima heya niha ev qeydên dengan nebûn mijara lêpirsînekê û weke delîl nehatin bi kar anîn. Mînak qeydên dengê alîkariyê ya di çarçoveya kampanyeya alîkariya Sûriyeyê ku di sala 2013’an de hatibû kirin, di dosyayê de weke delîl cih digire. Di vê kampanyayê de gelek sazî û dezgên fermî û saziyên civaka sîvîl cih digirin. Dema ku em li hevdîtinên telefonê mêze dikin, di hevdîtinên telefonê yên Mehmet de piştî tayînkirina qeyûm kirine de, tu sûc xuya nakin.”    ‘QEYDÊN 275 KESÊN BI WAN RE HEVDÎTIN KIRIN HENE’   Prz. Demîr, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji 1’ê Çileya 2019 heya 18’ê Sibata 2020’an telefona Mehmet Demîr hatiye guhdarkirin û derbarê hevdîtina 275 kesan de sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye kirin. Em dikarin  vê bêjin, derbarê van 275 kesan de tu biryarekê darizandinê nehatiye  kirin. Yanî îdîanmeya derbarê Demîr de hatiye amade kirin tam fiyaskoye. Ev ne hiqûqiye. Îdînameya wî li gorî hevdîtinên telefonê yên sala 2013’an hatiye amadekirin. Têkildarî piştî tayîna qeyûm tu agahiyek di dosyayê de cih nagire.”   MA / Metîn Yoksûn