Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê 2020-09-04 12:33:03 ENQERE – Hiqûqzan Kerem Altiparmak bertek nîşanî serdan û peyamên Serokê DMME’yê Robert Spano da û got Spano ne ji bo di Akademiya Edaletê dersê bide ew ji bo pêşî li pêlên dozên ji Tirkiyê biçin DMME’yê bigire hatiye Tirkiyê.   Serdana Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Robert Spano ya Tirkiyê tê gengeşekirin. Hatina Spano ya Tirkiyê û hevdîtina wî ya li gel Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bû cihê nerazîbûnê.    Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hiqûqzan Dr. Kerem Altiparmak serdan û peyamên Spano nirxand.    Altiparmak bi bîr xist ku Spano 3 sal di daîreya Tirkiyê ya DMME’yê de xebitî ye û ne mimkin e ku Spano binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê nizanibe.    ‘BINPÊKIRINA MAFAN NEDÎT’    Altiparmak da zanîn ku Spano di axaftina xwe ya li Akademiya Edaletê de behsa binpêkirinên mafan nekiriye û ev jî cihê nerazîbûnê û wiha bertek nîşan da: “Hatin û axaftina wî pir ecêb ji min re hat. Dikaribû qet nehata jî lê heke tu têyî jî pêwîste tu derbarê van meseleyan de ramanên xwe jî bînî ziman. Tu dikarî biçî wan welatan ku pirsgirêka mafên mirovan û hiqûqê lê nîne û kes tiştek nabêje. Lê tu têyî welatek ku ewqas li qada navnetewî jî tê zanîn ku pirsgirêka hiqûq û darazê û mafên mirovan heye tu têyî vê axaftina hêsan dikî. Divê tu wisa nikaribû biaxivî. Ev wisa tê xwendin yanî dibêje pirsgirêka min bi we re nîne.”    ‘LI TIRKIYÊ XWÎN DIHERIKE’    Altiparmak diyar kir ku wî wate nedaye serdana Spano ya ji bo Tirkiyê û got: “Spano ji bo ku li Akademiya Edaletê dersê bide nehatiye Tirkiyê. Tu dikarî gavek pozîtîf bibînî û ji bo piştevaniya wê werî. Carna îş xerab e lê ber bi başbûnê ve diçe, tu jî dikarî ji bo destekê bidî werî. Lê niha çi heye tu ji bo çî têyî?”    Altibparmak ji bo hevdîtina Spano û Erdogan jî wiha got: “Ya herî hindik xweş nedîtin ev hevdîtin e. Tu heta vir hatiyî û serokê wê dewletê dixwaze bi te re hevdîtin bike. Ev hevdîtin tê wateya ku ‘pirsgirêka min bi te re nîne’ ye. Heke pirsgirêka te tune be tu biçî bi serokê dewletê re hevdîtin bikî. Dibe ku li Tirkiyê pirsgirêk tune bin. Tirkiye xwîn digirî. Her kes di ferqa vê yekê de ye. Ne mimkin e ku Spano ne di ferqa vê yekê de be. Armancek din a vê serdanê jî ew e ku ne ji bo di Akademiya Edaletê dersê bide, ji bo ew pêşî li pêlên dozên ji Tirkiyê biçin DMME’yê bigire an jî çareser bike hatiye Tirkiyê.”