22 sal in hestiyên Hozan Hogir nadin malbatê 2020-09-04 09:18:32 AYDIN – Malbata hunermendê kurd Hozan Hogir ê di operasyonek 1998’an de jiyana xwe ji dest da 22 sal in li hestiyên wî digere.  Li gundê Kelehê yê girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di 23’ê cotmeha 1998’an de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) herêmê bombebaran dike û di encama êrişê de lêkolînera Elman Andrea Wolf û hunermendê kurd Hozan Hogir (Cazim Tatar) jî di nav de 3 jin 41 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest didin.    Piştî êrişê cenaze bi komî tên veşartin. 22 sal in cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Tevî malbatên hin cenazeyan serlêdan kirine ku gora komî were vekirin jî lê serlêdan û daxwaza wan bêbersiv mane.    Yek ji van malbatên serlêdana wan bêbersiv maye jî malbata Hozan Hogir e.    Malbata Hozan Hogir û parêzerê wan bi daxwaza vekirina gora komî heta îro 3 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Şaxê dan e.    Dozgerî di bersiva serlêdana dawî de ji malbatê re dibêje ku ji ber delîlek di çarçoveya dosyeyê de nîne ka lawê wan di nava 41 mîlîtanê PKK’ê de ne an ne di nav de ye.    Kekê Hozan Hogir, Cevdet Tatar diyar kir bi salane ji bo wergirtina cenaze ew têdikoşin lê nikarin werbigirin.    JI HUNERMENDIYÊ BER BI ŞOREŞGERIYÊ VE    Tatar diyar kir ku birayê wî Hogir zarokê 10’emîn ê malbatê ye û ew di sala 1974’an de li Tetwana Bedlîsê hatiye dinyayê. Tatar anî ziman ku malbata wan ji ber şert û mercên aborî neçar ma ku di sala 1980’an de koçî Aydinê bike.    Tatar da zanîn ku Hogir di sala 1992’yan ew çûye Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û li wir dest bi karê karê xwe yê hunerî dike. Tatar diyar kir ku Hogir pişt re bû hunermend û di demek kin de albûmek bi navê “Pêt” derxist. Tatar got birayê wî Hogir ji ber zextên lê hatin kirin di sala 1996’an de neçar ma ku tev li PKK’e bibe. Tatar got birayê wî her çiqas jiyana xwe ji dest dabe jî lê hêj stran û awazên wî tên guhdarkirin.    MAFÊ WAN BINPÊ KIRIN E    Tatar destnîşan kir ku birayê wî Hogir tu carî neheqî qebûl nedikir û her dawî wî li malê dibîne û ew dibe hevdîtina dawî. Tatar diyar kir ku dayika wan pir li benda lawê xwe sekinî ku rojek were lê agahiya mirina wî dibihîzin. Tatar da zanîn ku mafê şînê mafê her însanî ye û ew mafek însanî û xwezayî ye û bi nedana hestiyên birayê wî ev maf hatiye binpêkirin. Tatar destnîşan kir ku divê gora komî hemû vebibe û cenaze radestî malbatên wan werin kirin.    TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ DIDOME    Tatar got ji ber serlêdanên wan hemû bê encam mane li ser vê yekê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane û ew li benda biryarê ne. Tatar got dê têkoşîna wan hiqûqî bidome.