Dayikek kedkar bi çêkirina tenûran debara malbata xwe dike 2020-09-04 09:00:17   ŞIRNEX - Saliha Acar a 5 sal in tenûran çê dike bi firotina wan debara malbata xwe pê dike û ji bo kurê xwe yê girtî jî dibe alîkar.    Di sala 2015’an de piştî rakirina qedexeya derketina kolanan a li navçeya Cizîr a Şirnexê, operasyonên serdegirtina malan jî dest pê kir û di encama operasyonan de gelek welatî bêsedem hatin binçavkirin û gelek ji wan jî hatin girtin. Yek ji van jî ciwanê bi navê Mizbeh Acar e. Acar, piştî qedexeya derketina kolanan ji ber ku rewşa malbata wî ya aborî nebaşe, dixwaze ku biçe Antalyayê. Acar bi rê de tê rawestandin û pişt re bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê. Ji ber ku rewşa malbata Acar baş nine, dayika wî Salîha Acar ya ku li taxa Cudiyê ya Cizîrê dimîne dimîne, 5 sal in tenûran çê dike û difiroşe. Acar dibêje ku pê debara malbata xwe dike û ji vî pereyî ji lawê xwe yê girtîgehê re jî diçîne.    PÊ DEBARA MALBATÊ DIKE    Acar a kedkar anî ziman ku çêkirina tenûran wê pir diwestine û got: "Ez 5 sal in bi çêkirina tenûran pê debara malê dikim û malê birêve dibim. Her roj li ber vê tavê bi seatan dixebitim û tenûran çêdikim. Her tenûrekî bi 200 lîreyî difiroşim. Heta ku dibe çile ez vî karî dikim. Bi 200 TL’yan ez cilan dikirim, ez pêlav dikirim û ji lawê xwe yê girtî re dişînim. Ez ji malê re jî danûstandinê dikim. Ez bi xwe nexweşim û çêkirina tenûran min zêdetir diêşîne. Gelek zehmetî dibînim û gelek ked didim. Lê qasî ku ez ked didim, ez heqê xwe nagirim. Ji ber ku amûrên teknolojiyê zêde bûne, êdî kes nan li tenûran jî nade û loma wek berê naye firotin. Pereyê ez qezenc dikim jî mixabin têra pêdiviyên malê nake."    JI ROJA KURÊ WÊ HATIYE GIRTIN VIR VE TENÛRAN ÇÊDIKE    Acar da zanîn ku ji roja kurê wê hatiye girtin heta niha ew tenûran çêdike û difiroşe û wiha got: "Hevserê min nikare bixebite. Destê wî û laşê wî direcifin. Piştî qedexeyên Cizîrê rabûn, ji ber ku rewşa me ya aborî jî nebaş bû, kurê min xwest biçe Antalyayê bixebite. Dema ku hêj bi rê de bû bêsedem hat girtin. Xwedê mala sîxûran bişewitîne. Bêsedem kurê min îxbar kirin û hat girtin. Her roj bi dehan ciwanên kurd tên girtin. Kê çi kiriye? Hemû bi bêbextiyan hatin girtin. Kurê min dibistana amadeyî dixwend. Ez 5 sal in ji bo ku ji kurê xwe re bibim alîkar ez van tenûra çêdikim. Pereyê ku ez digirim, ez ji wî re dişînim. Ger ez neşînim kes nîne ku jê re bişîne. Ez dixwazim ku aştî û edelet pêk were. Divê êdî aramî bikeve laşê me jî. Bila êdî bes zarokên me bêsedem bikevin girtîgehan.”    MA / Zeynep Dûrgût