ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-04 09:00:10   * Malbata hunermendê kurd Hozan Hogir ê di operasyonek 1998’an de jiyana xwe ji dest da 22 sal in li hestiyên wî digere.    * Cotkarên ku birinca Qerejdaxê diçînin, bal kişandin ser zor û zehmtiyên bi wan re rû bi rû dimînin û gotin, heqê keda wan bi dest wan nakeve.    * Parêzvanên jiyana xwezayî ji bo bal bikişînin ser terxrîbata ekolojîk ku dê ji ber Projeya Qenal Stenbolê rû bide, wê di 20'ê Îlonê de tevî şêniyên herêmê ji Yenîkoyê heya Karabûrûnê bimeşin.    * Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Hatîce Onaran, destnîşan kir ku bi şewbê re li girtîgehan hema bibêje mafê pêwendîdanînê ji holê hatiye rakirin. Onaran, xwest girtiyên nexweş bên berdan û got: "Mafê her mirovî heye ku xatir ji hezkiriyên xwe bixwazin. Ev mafê her mirovî ye."    * Li Cizirî Lîseya Pîşeyî ya Endstriyê ku di sala 2015'an de wekî bargeheke eskerî dihat bikaranîn û dû re bû qereqol, piştî  salan hat valakirin.    * Ajovanên di Deriyê Sînor ê Xabrûrê de diçin û tên, xwestin di çarçoveya tevdîrên Covîd-19'ê de çûn û hatina wan bê lezkirin.    * Saliha Acar a 5 sal in tenûran çê dike bi firotina wan debara malbata xwe pê dike û ji bo kurê xwe yê girtî jî dibe alîkar.    * Têkildarî kuştina Eylul Yaglikara a 8 salî ku derbarê yek jê girtî ne 2 kesan de doz hat vekirin danişîşan dozê dê li Dadgeha Enqereyê  bê lidarxistin. (10.00)   * Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê di 4'ê Îlona 1993'yan de hatibû qetilkirin dê îro li ser gora xwe ya li Qoserê were bibîranîn. (10.30)   * Rêxistina HDP'a Cizîrê wê bi boneya salvegera ragihandina qedexeya derketina derve ya ewil di navbera 4-12'ê îlona 2015'an de li Cizîra Şirnexê pêk hat li avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê.    * Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan dê li Kuliya Serokkomariyê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. (14.00)