Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn hat girtin 2020-09-03 23:16:42 ERZIROM - Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn ku qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin û 4 rojan di binçavan de mabû, hat girtin.    Li navçeya Qereazi ya Erziromê di 31'ê Adarê de cendirmeyan avêtibû ser gelak malan. Di avêtina ser malan de Hevşaredarê Şaredariya Qereyaziyê Bûrhanettîn jî hatibû binçavkirin. Piştî Şahîn hatibû binçavkirin qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin. Îro Şahîn û Mahmût Çîmendag, Fesîh Polat, Adil Bîngol ên hatibûn çavkirin hatin girtin.    Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Erziromê.