Unsal hat berdan: Em ê bi ser bikevin 2020-09-03 23:01:42   STENBOL - Parêzer Aytaç Unsal ku di rojiya mirinê de bû û bi darê zorê li nexweşxaneyê dihat ragirtin, bi biryara Dadgeha Bilind hat berdan.    Parêzer Aytaç Unsal ku 214 rojên wî bûn ji bo darezandineke adil di rojiya mirinê de bû, bi biryara Dadgeha bilind hat berdan. Piştî Unsal hat berdan got: "Ev bi saya we bû. Ez ji we hez dikim, em ê bi ser bikevin."