Kesên ku di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn 2020-09-03 18:25:41   ŞIRNEX- Li Cizîrê kesên ku di dema qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dabûn li ser gorên xwe hatin bibîranîn.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê kesên di dema qedexeyên derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dabûn di 5'emîn salvegera qedexeyan de hatin bibîranîn.    Bi tevlîbûna Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nuran Îmîr û rêxistina HDP'ê ya Cizîre, kesên di dema qedexeya ku di 4'ê îlona 2015'an de hatibû îlan kirin de jiyana xwe ji dest dabûn li ser gorên xwe hatin bîranîn.   Ziyaret bi xwendina duayan û danîna qurnefîlan bi dawî bû.