‘Berpirsiyariya êrîşa li dijî Atay Soylû ye’ 2020-09-03 15:04:11   MÊRSÎN - Endamê Komîteya TÎP’ê ya Mêrsînê Ûgurcan Esîroglû, bertek nîşanî êrîşa li dijî Alîkarê Serokê Giştî yê partiyê Bariş Atay da û got: “Berpirsiyarê êrîşa li dijî rêhevalê me Bariş Atay pêk hat, Suleyman Soylû ye.”   Rêxistina Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ya Mêrsînê derbarê êrîşa li dijî Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Hatayê Bariş Atay de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya rêxistinê ya bajêr hat lidarxistin. Rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Malên Gel, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîzmê (SYKP), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘BERPIRSIYAR SOYLÛ YE’   Endamê Komîteya TÎP ê Bajêr Ûgurcan Esîroglû, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Piştî ku Suleyman Soylû yê ku qoltixê Wezareta Karê Hûndir dagir kiriye rêhevalê me Bariş weke hedef nîşand da, ev êrîş pêk hat. Em kesên ku êrîş pêk anîn û yên bi wan dan kirin jî baş nas dikin. Berpirsiyarê êrîşê Suleyman Soylû ye. Suleyman Soylû yê hatiye tayînkirin, wekîle ku ji liyê gel ve hatiye hilbijartin weke hedef nîşan dide û gef lê dixwe. Ji xwe ev ne bûyera wî ya yekemîne. Ji roja ku Soylu hatiye ser kar û heya roja îro, cînayetên jinan, tundî û tacîzên li dijî jinan pir zêde bûne. Bi piştgiriya Soylû faîlên bersûcên jinan tên parastin, nayin ceza kirin û tên xelat kirin. Yanî Suleyman Soylû parazvanê tecawîzkar, qatil û dijminê jina ne. Soylû alîkarê  Mûsa Orhane, em jî alîkarê Îpek Er in.”   HDP’Ê ŞERMEZAR KIR   Dûre  Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer jî, êrîşa li dijî Atay şermezar kir û wiha got: “Ev êrîş ne tenê li dijî Bariş Atay hatiye kirin. Ev êrîş li dijî muxalefet û hemû kesan hatiye kirin. Li vî welatî êdî rastî gotin di hedefê deye. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.”