Li ser banê nexweşxaneya welidandinê stasyona bazê ava kirin 2020-09-03 13:42:27   AMED - Derket holê ku şirketa GSM’ê 3 li ser banê avahiya veser a Nexweşxaneya Zarok û Welidandina Jinan a Amedê, stasyona bazê ava kiriye.     Derket holê ku şîrketa GSM’ê 3 berî 6 mehan li ser banê avahiya veser a Nexweşxaneya Zarok û Welidandina Jinan a Amedê stasyona bazê ava kiriye. Baza stasyonê ya kapasîteya wê 320 cih ji dûrve li ser banê nexweşxaneyê xuya dike. Dibin banê stasyona bazê ya lê hatiye avakirin de, odeyên kuvoz (cihên ku pitikên ne di wexta xwe de çêbûne yan jî yên zaîf dikinê) lê tên girtin, hene. Dîsa gelek cîhazên taybet ên ji ber pêlên elektromanyetîkê bi bandor bibin hene. Ev stasyona bazê bi taybetî ji bo zarokan talûkeyek mezin dide ava kirin. Hat îdîakirina ku ji bo avakirina stasyonê, ji rêveberên nexweşxanê re her yekê 12 hezar dolar pere hatiye dayîn.    Me xwest derbarê mijarê û îdîayan de em xwe bigihînin rêveberiya nexweşxanê, lê kesekê nexwest bersiv bide telefona me.