Çavkaniyên Şaredariya Artûklûyê ‘pêşkêşî’ alîgiran tê kirin 2020-09-03 11:47:56 MÊRDÎN – Endamê Komîsyona Kontrolê ya Meclîsa Şaredariya Artûklû yê HDP’yî Fazil Sariyer diyar kir ku li dijî Qanûna Îhaleya Cemaweriyê çavkaniyên şaredariyê pêşkêşî fîrmayên diyar in hatiye kirin.    Rapora 2019’an a derbarê faliyetan de ji aliyê Komîsyona Kontrolê ya Meclîsa Şaredariya Artûklû de hatibû amadekirin di rojên derbasbûyî de bi piraniya dengan hat pejirandin. Endamên Komîsyonê yên HDP’yî bi hêcetên cuda şer danîn ser rapora bûye mijara gotinê.      Endamên Komîsyonê yên HDP’yî Medîne Aksoy û Fazil Sariyer di lêkolîna kirin de dan tespîtkirin ku xerckirinên bi awayê “îhaleya vekirî” divê bihata kirin lê li dijî Qanûna Îhaleya Cemaweriyê hatiye kirin. Endamên HDP’yî diyar kirin ku ku ev îhale ji fîrmayên nêzî AKP’ê re hatiye veqetandin û her wiha butçeya ji bo xerckirina xelkê jî ji saziyên dewletê re hatiye dayîn.    HDP li dijî raporê derket û şerh danî ser. HDP’iyan diyar kir ku ne ji xelkê bajêr û ne jî ji xelkê gundan re tu xizmet nehatiye kirin. Endamê Komîsyonê Fazil Sariyer diyar kir ku komîsyon xebata wan asteng dike û nahêle ku bi kurahî lêkolîn li serê were kirin. Sariyer diyar kir ku mal û milk û butçeya şaredariyê tê xwestin “pêşkêşî” fîrmayên diyar were kirin. Sariyer da zanîn ku xebatek bi qasî 18 milyon TL hatiye kirin lê şopa vê xebatê xuya nake. Sariyer got hundirê raporê bi bertîl, gendelî û nêlirêtiyê tije ye û ew ê ji niha şûn ve gavên çawa li dijî vê yekê biavêjin diyar bikin.    MA / Ahmet Kanbal