Piştî 85 rojina cenaze dan malbatan 2020-09-03 11:15:50 AMED - Cenazeyên Salîh Ekîncî û Îzzet Yîgît ên HPG’î yên di şerê li çoltera Aricakê de jiyana xwe ji dest dan, piştî 85 rojan nû teslîmî malbatên wan hatin kirin.  Cenazeyên Salîh Ekîncî (Devran Demîr) û Îzzet Yîgît (Fîraz Amed) ên HPG’ê yên di şerê 9’ê Hezîranê yê li çoltera navçeya Aricak a Xerpetê rû da de jiyana xwe ji dest dan, piştî 85 rojan encamê testa DNA’yên wan diyar bû û teslîmî malbatên wan hatin kirin.    Rayedarên Miduriyeta Polîsan a Xerpêtê piştî ku testa DNA’yê diyar dibe agahiyê didin malbatan û ji wan re dibêjin: “DNA’ya zarokên we diyar bû. Erebeya cenaze jî bi xwe re bînin û werin cenazeyê xwe bigirin.”    Malbat li ser vê yekê diçin Xerpetê û cenazeyên zarokên xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Xerpetê digirn û bi derfetên xwe wesayetên cenaze dikirin û dibin bajarên lê hatine dine. Cenazeyê Yîgît li navçeya Çêrmûg a Amedê û cenazeyê Ekîncî jî li navçeya Wêranşahir a Rihayê tên definkirin.    ‘DI DORPÊÇA POLÎSAN DE HATIN DEFINKIRIN’    Malbatê cenazeyê kurê xwe Yîgît anî Çêrmûgê û xwest li kêleka xalê wî Yûsûf Dalkiliç (Hakî Çermîk) ê HPG’ê yê di sala 2017’an de li çoltera navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê jiyana xwe ji dest da bû û li goristana Taxa Çalecikê hatibû veşartin, defin bike. Lê Qeymeqamê Navçeyê destûr neda ku Yîgît li kêleka xalê xwe bê definkirin. Malbatê li ser vê yekê piştî wacîbeyên olî cenazeyê kurê xwe Yîgît li goristana Taxa Çûkûr spart axê.    Endamên malbatê û rêveberên MEDYA-DER’ê beşdarî merasîma definkirina cenazeyê Yîgît bûn. Cenazeyê Yîgît di dorpêça polîsan de hat definkirin.