Mamoste Hesen jiyana xwe ji dest da 2020-09-03 10:40:38     WAN – Hasan Guven ê li Wanê wek “Mamoste Hesen” tê zanîn ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.    Hasan Guven ê li Wanê wek “Mamoste Hesen” tê zanîn ji ber vîrûsa koronayê vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Guven demekê nûnertiya Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê kir. Ew mamoste û midûrê Navenda Hîndekariya Zimanê Kurdî ya Wanê bû û yek ji sazûmankarê wê bû. Mamoste Hesen di gelek rêxistinên partiyên siyasî yên kurd de jî cih girt û rêveberiyê kir.