Kuştina Mehmet Sîncar 27 sal in nayê ronîkirin 2020-09-03 10:32:39 MÊRDÎN – Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ji bo kuştina du endamên meclîsa partiya xwe lêkolîn bike çûbû Êlihê û roja 4’ê Îlona 1993’yan li Kuçeya Elma ji aliyê hêzên tarî ve li gel rêveberê DEP’ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr hat qetilkirin. 27 sal bi bûyerê re derbas bû lê bi qasî serê derziyê di dosyeya bûyerê de pêşketin çênebû.    Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ji bo kuştina endamên Meclîsa Partiya xwe Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç bi awayek “faîlê wan nediyar” hatibûn kuştin lêkolîn bike di 4’ê Îlona 1993’yan de wek şandeyek diçe Êlihê. Sîncar û şandeya pê re li Sûka Batmanê lêkolînan dikin. Di dema lêkolînê de Mehmet Sîncar û rêveberê DEP’ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr li Kuçeya Elma ya Êlihê ji aliyê hêzên tarî ve bi êrişek çekdarî rûbirû dimînin û her du jî li cihê bûyerê tên qetilkirin. Parlamenterê DEP’ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç jî bi giran birîndar dibe.    Piştî qetilkirina siyasetmedaran li Êlihê demildest qedexeya derketina derve tê ragihandin. Wezîrên Dewletê Necmettin Cevheri û Mehmet Golhan ragihandin ku tetikkêşê cînayetê 24 saetan de hatiye girtin. Bi heman awayî Serokwezîra wê demê Tansû Çîller jî gotibû qatil hatine girtin. Midûrê Giştî yê Emniyetê yê wê demê Mehmet Agar jî berevajî van daxuyanî dabû û gotibû: “Îş xerakirin. Îşê wê derkeve xera kirin. Em hinek hiş bin.” Agar bi vê daxuyaniyê ragihand ku qatil nehatine girtin.    Rayedarên hikumetê ku daxuyandbûn qatil hatine girtin pişt re yek bi yek daxuyanî dan û gotin ku qatil nehatine girtin.    CÎNAYETÊ DI RAPORA SÛSÛRLÛKÊ DE CIH GIRT    Têkildarî cînayetê ewil Tûgayên Tolhildana Tirk (TÎT) ku hêzên paramîlîter bûyerê girtin ser xwe. Piştî bûyerê bi sê salan di 3’ê Mijdara 1996’an de agahiyên têkildarî cînayetê din ava raporên “Qezaya Sûsûrlûkê” de ya li Navçeya Sûsûrlûka Balikesîrê pêk hat derket holê. Di van raporên Sûsûrlûkê de derketibû holê ku dewlet, siayset û hêzên tarî bi hev re şixûlîne.    Musteşarê Serokwezîrê Demê Kutlu Savaş di raporek amade kiribû de gotibû Mahmût Yildirim bi nasnavê “Yeşîl”, îtîrafkar Alaatîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû cînayeta Sîncar pêk anîne. Rapor ji Serokwezîrê wê demê Mesût Yilmaz re hat ragihandin lê pişt re negihîştin ji sazûmankarê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim.    BERSÛCEK HEBÛ EW JÎ HAT BERDAN    Girtiyê doza Hîzbûllahê Cîhan Yildiz û fîrarê doza Hîzbûllah Ejder Arpa ji cînayetê berpirs hatin girtin. Di darizandina hat kirin cezayê heta hetayê li Yildiz hat birîn. Lê heta niha hêj Ejder Arpa ê fîrar nehatiye girtin. Xwestin cînayetê bi ser Cîhan Yildiz ve bigirin.    Parêzerê Yildiz bi daxwaza ji nûve darizandinê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da û ev daxwaz dia dara 2019’an de hat pejirandin. Li ser vê serlêdanê biryara berdana Yildiz hat dayîn û dûre dosye ji nûve hat vekirin û danişîn hat dîtin.    DARIZANDIN JI NÛVE DEST PÊ KIR    Di dosyeyê de girtî kes nema. Darizandina ji nûve di 2’yê cotmeha 2019’an de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişîna ewil a dozê de daxwaza girtina bersûc Cîhan Yildiz hat redkirin. Danişîna duyemîn a dozê divê di meha hezîranê de bihata lidarxistin lê ji ber pandemiyê nehat lidarxistin. Tê payîn ku di danişîna li 2’yê mijdarê de bê lidarxistin biryar were dayîn.    27 SAL IN DOSYE DI TARIYÊ DE MAYE    Dosyeya cînayeta Sîncar 27 sal in di refên tarî de maye. Birayê Sîncar, Alî Sîncar têkildarî dosyeya birayê xwe got “Li Tirkiyê tu tiştek nehat guhertin” û pêwîste bi rastî û dema bihûrî re hevrûbûn çê bibe. Dema ku Alî Sîncar wisa got Hevserokê HDP’a Mêrdînê bû û bi îfadeyên şahidên nepen hat girtin.    ‘EV DOSYE DIKARE BIBE DESTPÊK’    Sîncar ê hêj girtî tê darizandin li ser daxwaza me bi wesîleya salvgera cînayeta kekê xwe bi rêya parêzerên xwe peyam şand û wiha got: “Kujerên kekê min Mehmet Sîncar 27 sal in tên parastin. Ez jî bi awayek dij hiqûqî hatim girtin. Min berê jî gotibû li Tirkiyê tu tiştek nehatiye guhertin. Dabînkirina edaleta di dosyeya Mehmet Sîncar de û heke kujeran derxin holê encax wisa mimkin e Tirkiye bi dema bihûrî re hevrû bimîne. Ev dosye ji bo ronîkirina serdemên tarî yên Tirkiyê dikare bibe destpêkek.”    MA / Ahmet Kanbal