Ji 10'an 1 nexweşên Covît-19 xizmetkarê tenduristiyê ye 2020-09-03 09:46:45 ENQERE – Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, anî ziman ku daneyên Wezareta Tenduristiyê yên der barê Covid-19’an de rastiyê nîşan nade û wiha got: "Ji her 10 nexweşên şewba vîrûsa Covît-19 1 jê xizmetkarên tenduristiyê ne. Ji ber şertên xizmetkaran her diçe giran dibe, hêjmara kesên îstîfa dikin jî zêde dibe."     Li Tirkiyeyê ji ber tedbîr nayên girtin şewba vîrûsa gerdûnî ya Covît-19 her ku diçe zêde belav dibe. Bi taybetî li bajarên metrepol û bajarên Kurdan şewb gelek belav bûye. Tevî ku rojê bi hezaran welatî bi vê şewba Covît-19 dikevin jî, Wezareta Tenduristiyê wekî rojê li dora Hezar kesan pêk dikevin nîşan dide. Ji ber dîsa vîrûs zêde dibe, Wezareta Karên Hundir şahiyên wekî dawet, sunet û çalakiyên li salonan bi sînor kir. Têkildarî belavbûna şewbê û bandora şewbê ya li ser xizmetkarên tenduristiyê Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Erden, ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kir. Erden, destnîşan kir ku ji ber şewbê hêjmara kesên dimirin û bi şewbê dikevin pir zêde bûne û wiha got: "Êdî disa hêjmara miriyan gihişt 44'an. Lê dema vê yekê tînin ziman pir asayî û hêsan tînin ziman. Lê her yek can û jiyanek e. Xizmetkarên tenduristiyê ji bo bijîn û bidin jiyandin û hêjmara miriyan kêm bikin têdikoşin. Lê em dibînin ku pêvajoyek zelal a têkoşîna bi şewbê re nayê meşandin."    LI RIHA Û AMEDÊ ROJÊ 500-600 KES BI ŞEWBÊ DIKEVIN   Erden got: "Wezareta Tenduristiyê rojê 1400-1500 weqeyan aşkere dike. Lê halbûkî daneyên ji du sê bajaran tenê digihên ber destê me bi qasî van daneyan e. Li Amed û Rihayê rojê 500-600 kes pê dikevin; li Enqereyê rojê 2 hezar kes. Ev jî nîşan dide ku daneyên tên aşkerekirin ne rast in. Wezaret agahiyên giştî vedişêre û kedkarên tenduristiyê jî israr dikin ku daxilî nav pêvajoyê bibin."   70 TENDURISTKAR JIYANA XWE JI DEST DANE   Erden, destnîşan kir ku çendî ku hin pêşniyar berpêşî Wezîrê tenduristiyê hatine kirin jî, lê belê dîsa tevdîr nehatine girtin. Erden, bibîr xist ku ji ber tevdîr nehatine girtin 70 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.   Erden got: "Heger pozîtîf derkeve fikare wê kî bidin xebitandin li wan peyda dibe. Heta hin hevalên me hene, testa wan pozîtîf dertê, dîsa tên şixuland. Asas, divê 14 rojan di karantînayê de bimînin, lê belê ji bo etnduristkaran dema karantînayê 7 roj e. Piştî roja heftan gazî wan dikin. Ji 10 kesên pêketî 1 jê tenduristkar e. Em her roj ji ber van şert û mercan diwestin û dimirin." Mesaj yazın   200 HEZAR BÊ EWLE NE   Erden, anî ziman ku li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya xebatên 2019'an, 646 hezar xizmetkarên tenduristiyê hene. Lê 200 hezar bê ewle ne. Bi pandemiyê carek din xebata bi ewle û bê ewle derket holê. Erden, anî ziman ku dema ekipmanên parastinê distînin gelek zor û zahmetî dijînin û di aliyê heq de bê edaletî heye û wiha got: "Wezaret bi modelên cuda dixebite. Ev modelên debarê aştiya navxweşî xera dike. Gelek jê bê ewle kar dikin. Hinek jî neheq erka wan zêde dikin. Destûr nadin ku xizmetkarên bê ewle xwe bi rêxistin bikin.b    ÎSTÎFA ZÊDE DIBIN   Erden, anî ziman ku ji ber şertên kar dijwar dibin û barê kar zêde dibe, bê moralî û betlandin zêde dibe û wiha lê zêde kir: "Êdî xizmetkarên tenduristiyê hatine halê ku nikaribin karê xwe bikin. Her hekim testa PCR naxwaze. Tenê navê ku serhekîm bi peyvir kiriye dikare bixwaze. Testa xizmetkarên tenduristiyê nayê kirin. Wekîlên li meclîsê bê sînor testan dikin, lê xizmetkarên tenduristiyê testa wan nayê kirin. Ev yek nayê webûlkirin. Di demên dawî de gelek xizmetkarên tenduristiyê îstîfa dikin. Îstîfa gelek zêde bûne. Tenê li Êlihê 13 doktoran îstîfa kir. Ji ber polîtîkayên wezareta tenduristiyê îstîfa pir zêde dibin.    Erden, anî ziman ku kampanya wan dê heta 24'ê Îlonê berdewam bike û di çarçoveya kampanyayê de dê îmzeyan kom bikin û wiha bi dawî kir: "Dê ji her bajarî rêveberên şaxên sendîkayan bên Enqereyê. Em ê daxwaznameya guhertina qanûnê di 2'ê Cotmehê de pêşkêşî meclîsê bikin. Ji bo her kes bibe kadro û bi ewle kar bike em ê vê pêşniyarnameyê bidin meclîsê. Bi îqtîdara AKP'ê re bicihkirina xizmetkaran li gorî peymanê hat kirin û kadrobûn rakirin. Xizmetkar tevahî bê ewle kar dikin.    Em bang li hemû xebatkarên tenduristiyê dikin ku ji bo ev pêşnûme li meclîsê bê qebûlkirin bi îmzeyên xwe tev li kampanyayê bibin û tev li xebatê bibin. Em dîsa bang li hemû beşên civakê dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê.