Tenduristkar: Divê em bijîn ku karibin mirovan bidin jiyandin 2020-09-03 09:10:52   STENBOL - Hevserokê Şaxa SES a Şîşliyê Abûzer Aslan, anî ziman ku daneyên der barê şewba Covîd-19'ê de tên parvekirin ne rast in. Aslan, diyar kir ku ji ber şert û mercên heyî tenduristkar dixwazin teqawid bibin û got: "Divê em bijîn ku mirov bidin jiyandin."    Piştî rewşa "asayîbûnê" ku di 1'ê Hezîranê de dest pê kir her diçe hejmara pêketiyên şewba Covîd-19'ê zêde dibin. Girêdayî vê barê tenduristkaran jî zêde dibe û ji ber vê jî hêdî hêdî tenduristkar îstifa dikin û dixwazin teqawid bibin. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Şîşliyê Abûzer Aslan, rewşa heyî û pirsgirêkên ku tenduristkar bi wan re rû bi rû dimînin nirxandin.   ‘TENDURISTKARÊN NEXWEŞ NAYÊN TESTKIRIN'    Aslan, anî ziman ku berê jî tim bilêvkirine ku dê pêvajoya "asayîbûnê" bibe sedema pirsgirêkine mezin û got: "Di vê rewşê de Wezîrê Tendursitiyê Fahrettîn Koca tenê xweş dike. Jixwe tenê bi kêrî xweşkirinê tên."   Her wiha Aslan, ji bo daneyên ku her roj tên parvekirin jî destnîşan kir ku ne rast in. Aslan, bal kişand ser testên rojane tên kirin jî û got, ev test li welatî, parlementer an jî xebatkarên meclîsê yên diçin derveyî welêt tên kirin. Aslan got: "Parlermenter bixwe dibêjin. Her hefte bi awayekî rêk û pêk tên testkirin. Lê heman tişt ji bo kedkarên tenduristiyê nayê kirin. Hevalekî me nexweş ketibû û çûbû nexweşxaneya lê dişixulî. Lê nehat testkirin."    Aslan, anî ziman ku hejmara pêketiyan ên roojane tên diyarkirin zêdetirî yên fermî ne û got: "Gava mirov hejmara pêketiyên li Riha, Amed û Dîlokê bide ser hev du bi qasî yên ji bo tevahiya Tirkiyeyê tên diyarkirin. Îjar gava em hejmara yên bajarên din jî lê zêde bikin ev dibe hejmareke pir mezin e. Beriya pêvajoya asayîbûnê serwîsên nexweşxaneyan vala bûn, lê niah cardin tije bûne. Mesele jî ew e ku testa mirovan pozîtîf derê jî wan dişînin malê. Gava rewşa wan pir xirab dibe wan dixin beşa awarte. Jixwe di warê fermî de jî tê qebûlkirin ku hejmar zêde dibe. Hejmara kesên dimirin jî zêde dibe. Hema bibêje li he rnexweşxaneyê mirin çêdibin."    ‘DIVÊ EM BIJÎN KU KARIBIN BIDIN JIYANDIN'    Aslan, destnîşan kir ku dengê tenduristkaran nayê bihîstin û got: "Tenduristkar baş nayên testkirin. Daxwazên wan pêk nayên. Ên nexweşînên wan ên kronîk hene jî tên xebitandin. Şert û mercên xebatên yên li saziyên dewletê hatin sistkirin ji bo kedkarên tenduristiyê pêk nayê. Bi xweşkirinê me dixapînin, lê heqekî wan ê bi vî rengî tuneye. Em dixwazin hem tenduristiya me baş be hem jî mirovan bidin jiyandin. DIm em bijîn ku karibin mirovan bidin jiyandin."    Her wiha Aslan, destnîşan kir ku ji ber şert û mercên heyî tenduristkar dixwazin teqawid bibin.