Rojnamevan Rawîn Stêrk hat berdan 2020-09-02 13:42:48   STENBOL – Rojnamevan Rawîn Stêrk ê li sînorê Edîrneyê çûyîna penaberan dişopand û ji meha adarê ve girtîbû di danişîna ewil a dozê de hat berdan.    Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk ê di meha adarê de li sînorê Edîrneyê çûna penaberan a ber bi Ewropayê ve dişopand hatibû binçavkirin û girtin. Bi  îdiayên “Endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye”  doz li Stêrk hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê îro li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Stêrk ê li Girtîgeha Sîncanê dihar ragirtin bi hêceta vîrûsa koronayê nebirin Dadgeha Çaglayana Stenbolê û bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wî Ozcan Kiliç û Gursoy Demîr jî amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê danişîn dest pê kir.    ‘ÎDIA BÊ BINÎ NE’    Stêrk di danişînê de parastina xwe kir û destnîşan kir ku hemû îdiayên derbarê wî de bêbingeh in û ew ne ji bo revê ew ji bo geşedanên derbarê penaberan de bişopîne çûye sînorê Edîrneyê. Stêrk da zanîn ku angaştname bi şaşîtiyan tije lê hatiye kirin û tê gotin ku “ez nûçegihanê DÎHA’yê me” lê ev çend sal in DÎHA hatiye girtin û wî propaganda rêxistinê nekiriye û wî tenê bi mexseda agahî belavkirinê di medya civakî de hin tiştan parve kiriye. Stêrk sûcdariyên li ser xwe red kir û xwest were berdan û dîsa xebatên xwe rojnamevaniyê birêve bibe.    DOZGER XWEST GIRTÎ BIMÎNE    Dozger biryara xwe ango mutalaya xwe eşkere kir û xwest Rawîn Stêrk girtî were darizandin.    XWESTIN MIWEKÎLÊ WAN WERE BERDAN    Parêzeran jî parastina miwekîlê xwe kir û diyar kirin ku miwekîlê wan rojnamevan e û ew bi armanca agahdarkirina xelkê parvekirina dike û nûçeyan dişopîne û xwestin Stêrk were berdan.  Piştî navberek kurt şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi biryara qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.