Parlamenterê AKP’ê yê heqaret li Demîrtaş kir: Hesab tevlîhev bûne 2020-09-02 10:35:11 NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê AKP’ê Tamer Akkal ê di Twîtterê de heqaret li Selahattîn Demîrtaş kir twîta xwe jê bir û got: “Ne min nivîsandiye, şêwirmendê min nivîsandiye.”  Parlamenterê AKP’ê yê Manîsayê Tamer Akkal li ser hesabê xwe yê Twîtterê heqaret li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş kiribû. Akkal twîta ku heqaret li Demîrtaş kir ji hesabê xwe paqij kir û twîtên nû belav kir. Akkal ê ku bi berteka xelkê re rûbirû ma ji neçarî twîtê jê bir û vê carê jî sosretiyek wiha nivîsand: “Îro serê sibê zû li ser hesabê min ê medya civakî parvekirina derbarê Selahattîn Demîrtaş û malbata wî de ne ji aliyê min ve hatiye parvekirin. Hevalek me yê şêwirmend hesaban li nava hev xistiye û wê parvekirinê kiriye.”    Akkal ê heqaret li Demîrtaş kir bi çend twîtan vê carê jî hestiyariya malbat, zarok, ziman, dîn û nijadê kir.