Bêrîvan xelas bû, lê hevjîn û kurê wê di ava bahrê de winda bû 2020-09-02 09:54:53 STENBOL - Bêrîvan Muhammed a di keştiya li nêzî Greva Halkî de noqî avê bû û xelas bû, hevjînê wê û kurê wê yê 3 salî di ava bahrê de winda bûn. Muhammed, niha li kurê xwe û hevjînê xwe yên di avê de winda bûn digere.   Bêrîvan Muhammed a di sala 2014'an de ji ber êrîşên DAÎŞ'ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kir, bi malbata xwe re li Stenbolê bi cih bû. Berivan Muhammed Muhammed, li Stenbolê bi Yûnûs Cansu ê Nisêbînî re zewicî û zarokê wan ê bi navê Hasan ji dayik bû. Piştî şert û mercên debarê yên Muhammed xera bû, li gel zarokê xwe di 25'ê Tebaxê de bi keştiyê xwest biçe welatên Ewropa û berê xwe da Yunanîstanê.    Muhammed û malbata xwe, bi rêya qaçaxvanên mirovan bi keştiyê ji Navçeya Marmarîs a Muglayê berê xwe da rêya talûke. Di keştiyê de 5 tacîrê mirovan û 103 mirov li keştiya biçûk suyar bûn û dest bi rêwîtiya talûke kirin. Keştî li nêzî Girava Halkî ya Yunanîstanê noqî avê bû.    BAV Û KUR WINDA BÛN   Yekîneyên Rizgariyê yên Perava Yunan, piştî keştî noqî avê bû dest bi lêgerînê kirin. Di lêgerînê de 77 kes rizgar kirin û birin Girava Rodosê. 19 kes anîn Tirkiyeyê. 5 kesên tacîrê mirovan hefteyaborî sewqî dadgehê kirin û hatin girtin. Di keştiyê de kur û bav noqî avê bûn û winda bûn.    ‘EZ DIXWAZIM AQÛBETA WAN FÊR BIBIN'    Di keştiya noqî avê bû de Hevjînê Bêrîvan Yunus Cansu û kurê wê Hasan winda bûn û aqûbeta wan ne diyar e. Bêrîvan a xelas bû jî niha li Girava Rodosê di nava 76 kesan de di qarantînayê de ye. Hefteyek di ser qezayê re derbas bû, lê Berivan Muhammed hêj agahî ji kurê xwe û hevjînê xwe nastînin. Muhammed, di serî de ji hikûmeta Yûnanîstanê û hemû rayedaran dixwaze der barê aqûbeta kurê wê û hevjînê wê de agahî bidin û alîkarî xwest.    ‘13 ROJAN DI BIN ÇAVAN DE MAM'    Muhammed, anî ziman ku ji ber nasnameya wê tune bû û di nava şertên giran de kar dikir neçar ma ku derkeve dervê welat û wiha got: "Ji ber hevjînê min Kurd bû Tirkiyeyê mafê welatîbûnê neda min. Min hemû ewraq û belgeyên xwe çêkirin, lê dîsa mafê cih neda min. Ez li Tirkiyeyê qaçax bûm. 13 rojan di bin çavan de mam. Ewraqên min çênekirin. Gotin 'Biçe Sûriyeyê pasaporta xwe bîne û were'. Destûr nedağn ku ez kurê xwe bi xwe re bibim. Derfetên min ez biçim û bêm tune bû. Ez li Tirkiye qaçax bûm. Ji ber şertên giran min û hevjînê xwe biryar dan ku em biçin Ewropa. Qaçaxvanan ewil em birin daristanê. 2 saetan em li nava daristanê dan sekinandin. Piştre em şev nîvê şevê di tariyê de 2 saetan dan meşandin. Em 50-55 kes li botan suyar kirin û birin keştiyê. Ewil jin û zarok li keştiyê bar kirin. Em birin qada jêr a keştiyê û derî li ser me kîlit kirin. Em di odeya jêr a keştiyê de bûn û me dora xwe nedidît. Piştre me dît gelek mirovên din li keştiyê bar kirin. Ez bawer dikim hêjmara me zêdeyî 100 kesan hebû. Kesên xwestin dakevin qaçaxvan bûn asteng. Di destê wan de çek hebûn û gef li mirovan dixwazin. Dema em derketin rê, ez fêr bûm ku keştî pir xerab e. Piştî em ketin rê, av ket keştiyê. Kesên di keştiyê de çiqas av derxistin jî dîza av zêde ket keştiyê. Piştî keştî tijî av bû, mirovan yelekê xelasiyê li xwe kirin û xwe berdan nava avê. Li cem me tiştek tune bû. Hevjînê min kurê me xist hembêza xwe û xwe berda nava avê. Min jî li pey wî xwe berda nava avê. Demek dirêj me bi hevre avjenî kir. Bi saetan em di nava avê de man. Piştî saetan ruyê hevjînê min sipî bû. Hevjînê min got 'Ez êdî nikarim li ber xwe bidim, dimirin û li min helal bike. Piştî pêlê lê xist em ji hev qetiyan. Min nekarîbû wî bigirim. Çavê kurê min jî hatibû girtin. Sax bû an mirîbû nizanim. Min demek dirêj destê kurê xwe berneda. Lê piştî demekê teqeta min nema. Piştî pêlek din kurê min jî ji destê min filitî. Ez li ser avê mabûm. Di wê navberê de yekîneyên lêgerînê hatin em xelas kirin. Keştî aydî Filipiniyan bû. Bi roniyê li ser avê digeriyan. Ez ferq kirim û hatin ez xelas kirim. Min dixwest bimirim, lê ez nemirim. Piştî kurê min û hevjînê min çû tu wateya jiyanê tune ye. Min got ew mirin ez jî bimirim. Piştre bi helîkopterê hatin ez xelas kirim. Niha kurê min û hevjîmê min sax in an mirî ne nizanim. Tu kes alîkariyê nade mkin. Ez alîkariyê dixwazim. Ez ji hikûmeta Yunanîstan û rayedarên Tirkiyeyê dixwazim der barê aqûbeta kurê min û hevjînê min de agahiyê bidin min. Ku mirî bin cenazeyên wan dixwazim. Sax bin jî bila bidin me."     MA / Sadiye Eser