Parlamenterê AKP’ê heqaret li Demîrtaş kir 2020-09-02 09:54:12   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê AKP’ê Tamer Akkal di Twîtterê de heqaret li Selahattîn Demîrtaş kir û got: “Kûçikê Selo bi cewrikê xwe re nikaribûye hevdîtinê bike.”    Parlamenterê AKP’ê yê Manîsayê Tamer Akkal li ser hesabê xwe yê Twîtterê heqaret li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş kir. Akkal ê AKP’yî têkildarî astengkirina hevdîtina Demîrtaş a bi zarokên wî Delal û Dilda re twît belav kir û wiha got: “Kûçikê Selo bi cewrikê xwe re nikaribûye hevdîtinê bike. Zarokên şehîdên me jî nikarin bi zarokên xwe re hevdîtin bikin. Xwedê ya wê bide we ya jî wê bide me..”    Hevjîna Demîrtaş, Başak Demîrtaş duh li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandinbû hevdîtina keçên wan Delal û Dilda ya li gel bavê wan hatiye astengkirin.