ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2020'AN 2020-09-02 09:00:11   * Di ser anonsa "Qedexeya derketina derve heta fermaneke duyemîn hat îlan kirin" a ku ji bo Cizîrê destpêka roja qiyametê bû, 5 sal derbas bûn. Di dema qedexeya derketina derve ya yekem de ku 8 rojan berdewam kir, 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû û navenda bajêr bi rojan hatibû gulebaran kirin. Di  ser qedexeyan re 5 sal derbas bûn, lê hîna jî dozên ji bo kesên di dema qedexeyê de hatine kuştin de tu encam nehatine girtin.    * Wargeha penaberan a Mexmûrê 13 meh in di bin ambargoya PDK’ê de ye. Têkîldarî ambargoyê Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Mexmur Saît Çomlek axivî. Çomlek diyar kir ku ji bo bidawîkirina ambargoyê wan li Silêmaniyê hevdîtin dane destpêkirin û got, wê hevdîtinên wan li Iraqê berdewam bikin.    * Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, destnîşan kir ku siyaseta heyî û çarçoveya heyî ya polîtîk nikare ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê bibe bersiv. Tahmaz, destnîşan kir ku êdî wext hatiye ku eniyeke muxalefetê ya xurt bê avakirin û ji bo vê jî got, divê ev muxalefet siyaseta kurd a ji bo demokratîkbûyîna welêt "hêza diyarker e" daxilî nav xwe bike.   * Li Mêrdînê ku hema bibêje rojê 300 kes bi şewba Covîd-19'ê dikevin, hejmara tenduristkarên enfekte bûne jî nêzî 600'î ye. Sekreterê Şaxa SES a Mêrdînê Ahmet Oze, destnîşan kir ku li bajêr pergala tenduristiyê rûxiyaye.    * Xwişk û birayên hev Şehrîban û Erkan Ozkoy ku li quntarên Keleha Wanê çandiniyeke organîk dikin, zebzebên çandine lis er dezgeha ku nêzî erdê wxe vedane difiroşin. Her wiha ên bixwazin dikarin li nava baxçe dikarin bi destê xwe zebze berhev bikin.    * Akademîsyenê antropolojiyê û muzîkolog Dr. Argûn Çakir ê ji Mûglayê ewilî fêrî kurdî dibe û pişt re jî dide pey şopa çand û hunera kurdî. Çakir li ser dengbêjî û amûr û muzîka ribabê (kemaçê) dikeve. Ew li herêma Torê salek li ser kemaçê lêkolînê dike. Ew du masterên xwe û doktroya xwe li ser dengbêjî û muzîka kemaçê amade dike. Çakir got meraqa wî ya ji bo çanda kurd wî aniye vê astê.   * Danişîna ewil a doza rojnamevanê girtî Rawîn Stêrk dê li 34'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin. (11.30)   * Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê dê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyanî bide. (12.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê wê têkidlarî kampanya "bikeve tevgerê" li avahiya HDP'a Peyasa Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Cemal Yildirim ê bi KHK'ê hatiye îxrackirin wê ji Stenbolê heta Enqereyê bi daxwaza "maf û edalet" meşê bide destpêkirin dê beriya meşê li Kadikoyê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)    * Şaxa OHD'ê ya Enqereyê wê rapora têkildarî girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn amade kiriye li avahiya xwe eşkere bike. (16.00)    * Rêxistinên tenduristiyê yên li Enqereyê dê ji bo parêzer Aytaç Unsal ê di rojiya mirinê de ye li ser înternetê daxuyanî bide. (17.30)