Li Wanê ‘Xeleka Aştiyê’: Em vê rewşa şer rawestînin 2020-09-01 15:43:08 WAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di çalakiya “Xeleka Aştiyê” ya ligel hemû astengiyên polîsan jî li Wanê hat lidarxistin de, axivî û got: “Pêdiviya Tirkiyeyê ji nan û avê zêdetir bi aştiyê heye.” Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel jî axivû û ev hişyarî kir: “Ger em vê rewşa şer ne rawestînin, wê gelên Tirkiyeyê nekarin bi hev re bijîn.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, berî çalakiya “Xeleka Aştiyê” ya li Parka Newrozê li dar bixe, li avahiya partiyê civiya. Hevserokê Kongreya Civaka Giştî (KCD) berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç û Tayîp Temel, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Partiyê (MP), rêveberên bajêr û navçeyan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Kesên li avahiya  partiyê kom bûn pêşmalkên “Em bihev re li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê” li xwe kirin û rûpoşên xemrî dan ber rûyê xwe. Polîsan destûr neda ku girse biçe Parka Newrozê. Girseyê li ser vê yekê li ser cadeya li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Girseyê di daxuyaniyê de bi şerîda xemrî ya li ser “Xeleka Aştiyê” nivîsandî xelek çêkirin.    'PÊDIVÎ BI AŞTIYÊ HEYE’   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, di axaftina kir de 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got: “Pêdiviya Tirkiyeyê ji nan û avê zêdetir bi aştiyê heye. Ev 40 salin şer dewam dike. Yên vî şerê bi rêve dibin, ji bo berjewendiyên xwe dixwazin şer dewam bike. Yên dizitiyê dikin û dijminantiya gelê kurdin dikin,  berjewendiya xwe di vî şerî de dibînin. Ev şer ji bilî krîza aborî û civakî tu faydeyekê din na de Tirkiyeyê. Divê em ji bo yekitiya gelên Tirkiyeyê dengê xwe yê aştiyê bilindtir bikin. Bila dengê me yê aştiyê bibe tirsa wan.”   'BI CIVAKÊ RE DI NAVA ŞER DENE’   Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel jî, diyar kir ku li  tevahiya cîhanê 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê tê pîrozkirin, lê tenê li Tirkiyeyê nayê pîroz kirin. Temel bal kişand ser rewşa şerê heyî û wiha got: “Dibêjin li vî welatî ‘şer tuneye.’ Behsa aştiyê dikin. Lê va ye me xwest em ‘Xeleka aştiyê’ ava bikin, destûr nedan me. Di heman demê de avahiya  partiya me û Parka Newrozê, weke ku şerek mezin heye dorpêç kirin. Ev rewş şerê bi civakê re ye. Hûn dorpêça li kolanên Wanê dibînin. Gelê kurd nikare mafê xwe bîne ziman. Ji ber ku weke dijmin hatiye îlankirin û rastî mûameleya herî xirab tê. Dîsa jin nikarin azadiya xwe daxwaz bikin. Bi erdê re tên kaşkirin û derp kirin. Ev desthilatdar di nava şerê bi civakê re ye. Tişta ku divê di 1’ê Îlonê de bê kirin, bi dawî anîna vî şeriye.”   Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina “Bijî aştî” bi dawî bû.