Mizrakli peyama aştiyê belav kir: Rojên ronî li pêşiya me ne 2020-09-01 14:33:16   AMED – Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û hat girtin peyama 1’ê Îlonê belav kir û got: “Rojên ronî di destê me, dilê me û têkoşîna me de ye.”   Hevşaredarê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli yê di 19’ê tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û dûre hat girtin û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ye bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ser hesabê wî yê Twîtterê peyamek hat weşandin. Mizraki wiha got: “Aştî; azadî, wekhevî, edalet û maf e. Şertên jiyankirina bi mirovahî ye. Her mirovek bi rûmet dikare meşaleya aştiyek bi rûmet birêve bibe. Em li dijî yên jiyana me tarî dikin darikek niftikê pê bixin û pêşiya xwe ronî bikin. Em bi wêrekî xwedî li siberojên xwe azad derkevin. Rojên ronî di destê me, dilê me û têkoşîna me de ye. Rêya we vekirî û ronî be.”