Polîsan avahiya HDP’a Wanê dorpêç kiriye 2020-09-01 13:38:56 WAN – Polîsan li Wanê beriya çalakiya “xeleka aştiyê” ku li Parka Newroze pêk were derdora avahiya HDP’ê dorpêç kirin û destûr nadin têketin û ji derketina avahiyê.  Rêxistina HDP’ê ya Wanê dê îro bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Newrozê ya li qûntara Keleha Wanê çalakiya “xeleka aştiyê” li dar bixe. Beriya çalakiyê polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir. Şandeya ji Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan, Tayîp Temel û Mûrat Sarisç, atkîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek welatî pêşmalkên bi nivîsa “Em hemû bi re li dijî tecrîdê azadî li dijî şer aştî” li xwe kirin û maskeyên mor dan ber devê xwe.    POLÎSAN GIRSEYÊ ASTENG KIR   Girseya xwest biçe cihê çalakiyê polîsên avahiya HDP’ê dorpêç kiribûn destûr nedan. Ji ber astengkirinê di navbera HDP’yî û polîsan de gengeşe qewimî.    Gelek welatî û rêveberên HDP’ê yên ji navçeyên Ebex, Bêgiriyê û Erdîşê xwestin werin beşdarî çalakiyê bibin jî di têketina navenda Wanê de hatin astengkirin.    Li ber avahiya HDP’ê rageşî didome.