Ekîncî: Em piştgiriyê bidin aştiya civakî 2020-09-01 12:30:05   STENBOL - Siyasetmedar û nivîskarê kurd Tarik Ziya Ekîncî, bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê peyam da û got: “Em piştgiriyê bidin banga ‘aştiyê’ ya HDP’ê.”   Siyasetmedar û nivîskarê kurd ê xwedî tecrûbeyek mezin Tarik Ziya Ekîncî, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê peyam weşand. Ekîncî di peyama weşand de Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û xwest hemû kesên li dijî şer dengê xwe yên aştiyê bilindtir bikin.    Ekîncî di peyama xwe de bal kişand ser Deklarasyona Aştiyê ya HDP’ê duh aşkere kir û wiha got: “Tirkiye dikar bi Deklarasyona Aştiyê ya HDP’ê bigihe silametiyê. Ez dixwazim gelê me di roja aştiyê ya cîhanê de dengê xwe yê aştiyê yê li dijî şer bilindtir bike. Em ji şer re bêjin êdî bese. Ez tevlî banga  HDP’ê ya 1’ê Îlonê Roja Aştî û Demokrasiyê ku destê aştiyê dirêjî her kesî dike û wê Tirkiyeyê  bigihîne silametiyê dibim. Werin em piştgiriyê bidin hizûr û aştiya civakî.”