Li Edîrneyê 2 kes hatin binçavkirin 2020-09-01 12:02:14 EDÎRNE – Leşkeran li Edîrneyê li welatiyên bi navê Îsa Sefa û Halîs Guven dan û wan binçav kirin. Li Edîrneyê duh bi şev bi îdiaya Îsa Sefa û Halîs Guven derdikevin derveyî sînor ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Sefa û Guven ên li nêzî gundê Dore hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Edîrneyê. Tê payîn her du welatiyan piştî nîvro bibin edliyê.    Parêzerê Îsa Sefa, Bunyamîn Înce diyar kir ku kêliya her du welatiyan xwestiye derkevin derveyî sînor leşkeran ew binçav kiriye û leşkeran li her du welatiyan daye. Înce got ew ê derbarê leşkeran de gilî bike.