Ji bo Unsal banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir 2020-09-01 12:01:13 ENQERE  - Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo parêzer Aytaç Unsal ê di rojiya mirinê de ye û her ku diçe rewşa wî xirab dibe, banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir ku tavilê bicive.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo parêzer Aytaç Unsal ê 212 rojin di çalakiya rojiya mirinê de ye, banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê ku endamê wê ye kir. Gergerlîoglû xwest ku tavilê Meclîs bicive û gav bavêje.    Gergerlîgolû di daxuyaniya nivîskî ya da de wiha got: “Parêzer Ebrû Tîmtîk di roja 238’emîn çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Parêzer Aytaç Unsal ên 212 rojin di rojiya mirinê de ye, her ku diçe rewşa wî giran dibe. Ligel ku raporên wan ên ‘nikarin di girtîgehê de bimîn in’ hebûn jî serbest nehatin berdan. Piştî raporên ji bo wan hatin dayîn, parêzer sewqî nexweşxanê hatin kirin û li nexweşxanê hatin girtin. Ligel hemû îtîrazên raya giştî jî, desthilatdariyê guh neda gotin û daxwazên raya giştî.”   Di dewama daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Divê Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan, di vê mijarê de, ji aliyê mafê mirovan ve li bûyerê mêze bike û pozisyon bigire. Di serî de Serokê Komîsyonê Hakan Çavûşoglû û tu endam nikarin ji vê berpirsiyartiyê birevin. Divê  Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê di vê çarçoveyê de bicive û biryarek erênî bide.”