Ji DÎSK’ê peyama 1’ê Îlonê: Bila şer bi dawî bibin 2020-09-01 12:00:22   STENBOL – DÎSK’ê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û xwest şerên heyî yên li cîhanê bi dawî bibe.    Desteya Rêveberiya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniya bi navê Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû hat belavkirin de wiha hat gotin: “Kapîtalîzma kurewî mafê kedê û demokrasiyê rûdixîne. Kedkaran dike rikberên hev. Dixwaze dabeş bike û birêve bibe. Ji bo vê yekê jî şer û pevçûnan dixe dewrê. Ne aştî bi mudaxileyên emperyalîst dagir dikin û şer belav dikin. Di şeran de herî zêde karker û gelên feqîr zirar dibînin. Ji bo ku butçey ji şeran re tê veqetandin, keda me tê xwarin. Di şeran de mafê kedê, demorkasî û azadî tê texrîbkirin û mafê mirovan, hiqûq û edalet jî tune tê hesibandin. Xweza û hawîrdor tê tunekirin. Şer ji bo amûra nijadperestiya îqtîdaran tê bikaranîn. Bi kurtasî di şeran de karker û kedkar û feqîr winda dikin û çengek pere û xwediyê îqtîdaran bi ser dikevin. Em bi hêvî ne wê şerên heyî yên li cîhanê bi dawî bibin û aştî bi serbikeve.”