Pekoz: Li Amerîka kî tê hilbijartin bila were hilbijartin wê statûya Kurdan xurt bibe 2020-09-01 10:44:36 ENQERE – Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz diyar kir ku piştî hilbijartina DYA’yê dê di siyaseta Tirkiyê ya hundirîn û derve de guhertinên cidî çê bibin û kî dibe serokê Amerîkayê bila bibe dê statûtuya kurdan xurt bibe.    Hilbijartinên serokatiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ku ji aliyê dinyayê hemû ve ji nêz de tê şopandin di 3’ê Mijdarê de dê pêk were. Di hilbijartinê de Namzetê Partiya Demokrat Joe Bîden û Namzetê Partiya Komarê Donald Trump rikberên hev in û amadekariyên wan ên hilbijartinê didomin. Encamên hilbijartinê bi taybetî jî wê li ser polîtîkaya derve bandorekê bike û her kes bi meraq li benda hilbijartinê ye.    Pisporê Rojhilata Navîn û zanistê siyasetê Mustafa Pekoz geşdanên bandora hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ya li ser polîtîkaya derve û Rojhilata Navîn nirxand.    Pekoz da zanîn ku heta ku siyaseta ku Trump dişopîne neyê dîtin dê siyaseta serdema pêşiya me ya DYA’yê neyê fêmkirin û armanca anîna Trump a ser îqtîdarê jî ew bû ku qada serweriya Çînê were sînorkirin.    Pekoz anî ziman ku stratejiya siyaseta DYA’yê ya heyî bi ser neket û ji ber ku siyaseta heyî ya Amerîka di bin rêveberiya Trump de li Rojhilata Navîn û gelek deverên din ên dinyayê tê birêvebirin bi xurtî derbas nebû vê yekê di siyaseta navxweyî ya DYA’yê de şerek derxist holê.   BÎDEN DÊ GUHERTINAN BI XWE RE BÎNE    Pekoz got stratejiyên Joe Bîden û Donald Trump yên têkidlarî Rohilata Navîn cuda ne û got: “Heke Trump dîsa were bijartin dê qismet siyaseta şer û krîzê bidome. Ev rewş wê di nava demê de zirarê bide pozîsyona lîderiya DYA’yê ya li seranserî dinyayê.”    Pekgoz anî ziman ku li gorî rewşa heyî ya li Amerîka û li gorî anketan îhtîmala serketina Bîden zêdetir e û li gorî ku Biden eşkere dike heke were ser îqtîdarê dê polîtîkayên ji serdema Obama mayî dîsa birêve biçin.    MESELEYA ÎRANÊ    Pekoz da zanîn ku heke Bîden bibe Serokê Amerîkayê dê di meseleya Îranê de li rêyên çareserî û diyalogê pêk bîne û wê bandorê li ser guhertina rejîma Îranê bike.    POZÎSYONA KURDAN    Pekoz diyar kir ku li ser diyalogên bi Îranê re li pêş bikevin wê li Rojhilata Navîn bibe sedema serdemek nû û yek ji ûnsûrên din jî ew e ku pozîsyona kurdan ku demek dirêje di stratejiya Amerîka de ye dê cihek girîng bigire.    Pekgoz di vê mijarê de wiha got: “Têkiliyên DYA-Iraqê û têkiliyên DYA-Îranê wê kurd bi pozîsyona xwe ya div ir de konseptek nû diyar bikin. Bi taybetî ez di warê Îran û Iraqê de dibêjim. Herêma Kurdistanê ji bo DYA’yê wê bêtir bibe pozîzyonek xwedî stratejîk. Bêguman ev rewş tenê ne girêdayî Amerîka ye di heman demê ev yek bi çareserkirina pirsgirêkên navweyî yên Rêveberiya Herêma Kurdistanê re jî eleqedar e. Di aliyê stratejiya DYA’yê de têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Îranê di warê enerjiya li Îranê de gelek girîng e. Ji bo vê yekê Başûrê Kurdistanê her ku diçe dibe navendî û her ku biçe potansiyela serxwebûnê jî dê zêdetir bibe. Yanî dibe ku rêveberiyek ji ya îro cudatir ya Başûrê Kurdistanê were ser kar. Ji min re wisa tê ku wê ev faktor di têkiliyên Bexda û Amerîka de derkeve pêş. Çimkî êdî her ku diçe têkiliyên Bexda û Amerîka zeîf dibin. Ji bo vê yekê jî DYA’yê hêzên xwe leşkerî wek stratejîk vekişand Herêma Kurdistanê. Ev tê vê wateyê. Di serdema pêşiya me de pozîsyona rêveberiya Başûrê Kurdistanê wê bêtir zêde bibe.”    ‘WÊ LI SÛRIYÊ STATÛYA RÊVEBERIYA XWESER BÊTIR BI HÊZ BIBE’    Pekoz destnîşan kir ku wê hêza leşkerî ya Amerîka di serdema pêşiya me de li Sûriyê bi hêztir bibe û got: “Trump jî were Bîden jî were wê di aliyê leşkerî de DYA ji Sûriyê venekişe. Polîtîkaya Bîden ya ji bo Rojava pir eşkere û zelal e. Amerîka ji şûna vekişandinê wê bêtir hêz bide xurtkirina xweseriya liv ir. Wê Amerîka di vê mijarê de bi Rûsyayê re hin bêtir têkiliyek nêz deyne û heta wê fişaran li ser Rûsyayê bike ku pêngavên Esad bixe zora lihevkirinê. Bi vê yekê re wê bibe ku rêveberiya xweser a li Rojava hem li qada navnetewî hem jî di qanûna bingehîn a Sûriyê de bi hêzdarî beşdar bibe û ji bo fermîkirina statûya li wir dê gav werin avêtin. Çimkî di daxuyaniyên Bîden ên ji bo kurdan de viya pir zelal xuya dike.”    TÊKILIYA DYA Û KURDAN    Pekoz derbarê têkiliyên Amerîka û Kurdan de jî wiha got: “Bîden ji bo ku gelek ji kurdan hez dike wê vê yekê neke. Ev bi stratejiya Amerîkayê re girêdayî ne. Di serê van hemû têkiliyên Amerîka yên li gel kurdan de jî petrol heye. Amerîka dixwaze bi ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê re korîdora enerjî û petrolê veguhezîne Derya Spî. Ji bo ku Amerîka niha vê planê bi serketî bibe serî di vê korîdorê de divê bi pozîsyonek taybet re bi Kurdan re di nava danûstandinê de be. Yanî divê di pozîsyonek hiqûqî de be. Ev di aliyê îstîkrara polîtîk û leşkerî de gelek girîng e. Heke div ê korîdorê de îstîkrar pêk were, stratejiya enerjiyê ya Amerîka diyar kiriye wê bêtir bi ser bikeve.”    ‘WÊ DI POZÎSYONA TIRKIYÊ DE GUHERTIN PÊK WERIN’    Pekoz anî ziman ku heke piştî hilbijartina Amerîka Trump li ser bimîne wê di pozîsyona heyî ya Tirkiyê de şikestin û guhertinên cidî pêk werin û heke Bîden bibe serok ev guhertina ku bûye mijara gotinê wê bi leztir pêk were. Pekoz sedemê vê yekê wiha rave dike: “Gelek faktorên vê guhertinê hene. Dema meriv lê dinêre Tirkiye QSD’ê wek ‘rêxistina terorê’ ragihandiye û ji bo vê yekê fişaran li ser NATO’yê dike. Lê belê NATO guh neda van gefan û herî dawî Tirkiye neçar ma van blokajan rake. Îro di heman demê de em di serdema Trump de ne. Bi heman awayî şîrketek Amerîka û QSD’ê li ser petrolê peymanek çêkir. Herî dawî Jeffrey yê Nûnerê Taybet ê Sûriyê ku Amerîkî ye hat Tirkiyê û çar pênc roj ma. Lê têkildarî hevdîtinan tu daxuyanî nehat dayîn. Rêveberiya Trump dibêje ku wan bi QSD’ê re hevpeymanek çêkirine û ew QSD’ê di asta fermî de nas dikin. Heke sibê Trump dîsa were wê li pey vê soza xwe be. Lê Bîden jî were dê têkiliyê bi pêş ve bibe. Di encamê de wê siyaseta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de pir bi lez were guhertin. Wê di polîtîka Tirkiyê ya Lîbya û Rojhilatê Derya Spî de jî guhertinên cidî pêk were.   WÊ TIRKIYE LI GORÎ POLÎTÎKAYÊN AMERÎKA TEVGER BIKE    Wê li Sûriyê, Amerîka di stratejiya xwe de pêngavek berevajî neke. Di serdema pêşiya me de mesele wê wan hêzên li Serêkaniyê vekişin. Wê Efrîn were rojevê. Heta wê bibe sedema vê yekê ku di navbera Tirkiyê û QSD’ê de diyalogek nû dest pê bike. Heta dibe ku firotina petrola li Rojava ji bo demekê bi ser Tirkiyê re were firotin bê rojevê. Çimkî li Rojava rojane behsa 600 hezar varîl petrol tê kirin. Wê Tirkiye neçar bimîne ku polîtîkaya xwe li gorî Amerîka dîzayn bike. Mesele wek tifaqek bi hêzên QSD’ê re.”   BANDORA HILBIJARTINA AMERÎKA YA LI SER SIYESETA HUNDIRÎN A TIRKIYÊ    Pekoz destnîşan kir ku piştî hilbijartinên Amerîkayê geşedanên dê bandorê li ser siyaseta hundirîn a Tirkiyê bike li pêş bikevin.    Pekoz anî ziman ku di destê Amerîka de tiştên bibin mijar ji bilî S-400’an doza Halk Bankê heye û doza bankayê ji aliyê demokratan ve di serdema pêşiya me de wê li hember Tirkiyê wek siyasetek bi hêz were bikaranîn. Pekoz diyar kir ku di pêvajoya pêşiya me de heke Senato jî bikeve destê Demokratan dê biryarên derbarê Tirkiyê de hatine girtin bikevin meriyetê û dibe ku danekirinên nû yên li ser Tirkiyê werin rojevê û wê ev yek Tirkiyê di warê polîtîkaya navxweyî de û polîtîkaya herêmî de bixe zehmetiyê û piştî hilbijartina Amerîka dê di hevsengiya polîtîka navxweyî ya Tirkiyê de dibe gelek suprîzên cîdî derkevin holê.    ‘DIBE KU PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ WERE ROJEVÊ’    Pekoz destnîşan kir ku danekirinên li ser Tirkiyê wê di sala 2021’an de dafde hilbijartinek pêşwext û wiha got: “Wê encama hilbijartina Amerîkayê bi guhertina hevsengiya polîtîka navxweyî ya Tirkiyê re wek paralel dê rê li ber vê yekê veke ku pirsgirêka kurd dîsa were rojevê. Dibe ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên nû werin avêtin. Dibe ku pêvajoyek çareseriyê ya ku kurd di navenda wê de cih digirin were rojevê.”    MA / Selman Guzelyuz