Li Stewrê operasyona eskerî 2020-09-01 10:27:54   MÊRDÎN - Li çoltera navçeya Stewrê, bi tevlîbûna 1831 eskeran operasyonê dest pê kir.   Li çoltera navçeya Stewrê ya Mêrdînê, dest bi operasyonek berfireh a eskerî hat kirin. Wezareta Karê Hûndir têkildarî operasyonê ev daxuyanî da: "Operasyona bi navê 'Yildirim-8' dibin Fermandariya Herêma Eskerî ya Amedê de, bi tevlîbûna hezar 831 eskerên ji fermandariyên eskerî yên Amed, Êlih û Mêrdînê, hatiye destpêkirin."    Li gorî çavkaniyên herêmî, li herêmê ev çend rojin liv û tevgera eskerî heye, lê heya niha tu dengekê şer û pevçûnan nehatiye bihîstin.