ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-01 09:00:08 * Serokê Komeleya Hawirdorê (ÇEV-DER) a Wanê Alî Kalçik anî ziman ku di saniyeyekê de hezar û 800 lître bermayiyên qenalîzasyonê tevli Gola Wanê dibin û got, heger xwedî lê neyê derketin piştî wextekê wê bibe ritam.    * Li Êlihê karkerên ji Navenda Tempo Çagriyê hatin derxistin, diyar kirin ku li gor telîmatên rayedarên şîrketê tevgeriyane û gotin: "Ji bo mifha xwe, em şewitandin."   * Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku ligel şert û mercên tecrîdeke giran jî tu carî rêwîtiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê neqediyaye û got: "Mifteya hemû pirgsirêkên sereke yên Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek."    * Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Antalya û gelek navendên din dê çalakiyên ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bên lidarxistin. HDP wê bi wesîleya rojê li 8 bajaran çalakiya "xeleka aştiyê" pêk bîne. Dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar beşdarî çalakiya li Enqereyê û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî li Kadikoya Stenbolê beşdariya çalakiyên 1'ê Îlonê bibin. (12.00-19.00)