Koca: Hezar û 587 kesên din jî bi şewbê ketine 2020-08-31 20:34:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 587 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 44 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 44 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 587 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 270 hezar û 133 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 6 hezar û 370.