'Divê berî her tiştî em tecrîdê rakin' 2020-08-31 14:59:06 ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, bang li hemû gelê Îzmirê kir û xwest di 1'ê Îlonê de li Qada Gundogdu, bi şîara “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî" tevli "Zincîra Mirovahiyê" bibin. Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman ku pergala tecrîdê didome û wiha got: "Divê berî her tiştî em tecrîdê rakin. Heta tecrîd ranebe aştî pêk nayê."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê, têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê  li dar xistin. Parlamenterên HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Pero Dundar, Serpil Kemalbay, Necdet Îpekyuz û Sezai Temellî û gelek kesên din amade bûn. Parlamenterên HDP'ê Serpil Kemalbay û Sezai Temellî anîn ziman ku polîtikayên îqtîdarê yên şer didomin û wiha gotin: "Terîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Îro pergala tercîdê heye. Divê berî her tiştî em tecrîdê rakin. Ji bo li vî welatî rêxistinên demokratik pêş bikevin û aştî bi ser bikeve divê berî her tiştî tecrîd rabe. Divê tecrîd bi dawî bkibe. 21 salin tecrîd heye. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Eger tecrîdkirina birêz Ocalan bi dawî bibe dê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe."    Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Abdulkadir Baydur jî bang li hemû gelê Îzmirê kir û xwest ji bo aştî û azadiyê her kes li Qada Gundogdu Zincîra Mirovahiyê ava bikin.