Li Idlibê rageşî û tansiyon zêde dibe 2020-08-31 12:23:24 IDLIB - Li Idlibê piştî peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, ji ber Tirkiye sozên dabûn Rûsyayê pêk neanîn, tansiyon û rageşî zêde bû. Hêzên Rejîmê, li dijî komên ku Tirkiye piştgiryê dide wan, ji ber hêj Rêya M4 vala nekirine, amadekariya operasyonê dike.    Şerê li Sûriyeyê 8 salin didome. Yek ji şerê herî zêde bû sedema qeyran û rageşiya navbera dewletan û hêj didome şerê li Idlibê ye. Li Idlibê rageşî û tansiyonê di navbera Rejîma Sûriye, Tirkiye û Rûsya de dîsa zêde dibe. Ji ber rageşî zêde dibe çavê der dorê li ser geşedanên li herêmê ye. Piştî Tirkiye û Rûsya li ser Idlibê peyman îmze kirin û Tirkiye sozên dabûn Rûsya pêk neanîn, rageşî dîsa zêde bû. Tirkiye û Rûsya di 5'ê Adarê de peyman îmze kiribûn. Piştî vê peymanê şerê li herêmê rawestiya bû. Niha rageşî dîsa zêde dibe. Ji ber komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan heta niha Rêya M-4'an vala nekiriye, Hêzên Rejîma Sûriyeyê li dijî Rêya M4  amadekariya operasyonê dike. Li herêmê dewriyê aydî herdu welatan rageşiyê zêde dike. Piştî peymanê dewriyên aydî 2 welatan li herêmê tûr avêtin. Lê gelek caran komên çekdar ên Tirkiye piştgiriyê dide wan êrîşî konvoyên dewriyê kirin. Komên çekdar ku pêwist bû derbasî Başûrê rêya M4  bibin, li şûna  ji herêmê derkevin, dijberî wê sewqîyata eskerî zêde kirin. Li ser vê yekê Rusya aşkere kir ku dewriyeyên li ser sînor rawestandine.    RÊYA CISIR Û EL ŞUGUR Û M4    Rejîma Sûriye heta niha gelek axa di destê komên çekdar ku Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) jî di navde û Tirkiye piştgiriyê dide, rizgar kir. Rejîmê bi hevkariya Rûsya Rêya M5 a di navbera Helep û Şamê de ji destê koman xelas kir. Rejîn niha armanc dike ku rêya M4 ji destên komên çekdar derxe. Rejîm amadekariyê dike ku li dijî herêma Rêya M4'ê ku di destê komên çekdar de ye operasyonê pêk bîne. Rejîm armanc dike ku Rêya M4 ku Halep-Lazkiye bi hev girê dide têxe kontrola xwe. Li vê herêmê yek ji cihê stratejik herêma Cisir El Şugur e. Ji bo ewlehiya herêma Rêya M4  cihekî pir taybet e. Li vê herêmê li gel komên HTŞ û selefî, hêzên TSK'ê jî li vir in. Dîsa li herêma îştebrakê nokteyên çavdêriyê yên TSK'ê jî hene. Dîsa  nokteyên çavdêriyê yên Îran û Rusya jî li vê herêmê hene. Li vê herêmê komên çekdar ên girêdayî Tirkiye û rejîmê car caran bi topên obusan êrîşî hev dikin. Ji Cisir El Şugur heta Cabel Zaviye ku li Bakurê Lazkiye ne, herdu eniyan jî ketine kozikan û kozikên xwe xurt kirine. Niha hêza Rejîma Sûriye amadekariya operasyonê dike.    TSK ESKERAN SEWQÎ HERÊMÊ DIKE    Li aliyê din TSK bi maşîneyên zirxî eskeran sewqî herêmê dike.    MA / Nazim Daştan