Bavê Unsal: Hewara min bibihîsin, gav bavêjin 2020-08-31 12:16:45   STENBOL – Bavê Aytaç Unsal ê di rojiya mirinê de Nîhat Unsal, diyar kir ku rewşa kurê wî pir xirab bûye û got: “Li holê jiyanek mijara gotineyê. Hewara min bibihîsin. Gav bavêjin.”    Çalakiya Aytaç Unsal ê bi parêzer Ebrû Tîmtîk re dest ji bo “darizandineke adîlane dest bi rojiya mirinê kir dewam dike. Parêzer Unsal ê girtî li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Qanûnî Sûltan Sulyman a Zanistên Tenduristiyê ya Stnebolê tê girtin, 211 rojin di çalakiya rojiya mirinê de ye. Unsal ê ligel rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) jî nehat berdan, her  ku diçe rewşa wî xirabtir dibe. Hat diyar kirin ku Unsal pir kilo dane û di bedana wî de birîn derketine. Hat hînbûn ku zik û lingên wî werimîne.      REWŞA WÎ XETERNAKE   Bavê Unsal Nîhat Unsal ê bi rojane li ber nexweşxanê radiweste, diyar kir ku rewşa kurê wî pir krîtîke û wiha axivî: “Divê tavilê gav bên avêtin. Kurê min bi 20 hevalên xwe re rastî bêmafiyên pir mezin hatin. Şer û mercên nexweşxanê pir xirabin. Bijîşkan ji bo kurê min rapora jiyana wî di xeteriyê deye dane. Gelo mirovekê ku jiyana wî di xeteriyê de çawan dibe ku di girtîgehê de bê hiştin. Niha şert û mercên ew tê de ji yên girtîgehê xirabtirin. Ev 33 rojin li vê derê ye. Aytaç dibêje ‘têkoşînê mezin bikin.’”   HEYA SERÊ SIBÊ NADIN RAZANDIN   Bav Unsal, da zanîn ku kurê wî di odeyekê biçûk de tê girtin, leşker her tim dikevin odeya wî û bi şevê jî, ev rewş dewam dike. Bav Unsal, anî ziman ku kurê wî ji ber eskerên bi şev û roj dikevin odeya wî nikare xew bike û wiha got: “Odeya wî hewayê nade û nastîne. Di hûndir de her xirabî heye. Ji ber rewşa xirab a heyî, her ku diçe rewşa kurê min jî krîtîk û bi rîsk dibe. Kurê min dermankirinê qebûl neke. Gelo çima miroveke ku dermankirinê qebûl nake, di nexweşxanê de, digirin?”   ‘QATÎL DERVE DE NE, KURÊ MIN DI HUNDIR DE YE’   Unsal, bang li rayedarên Wezareta Dadê, Wezareta Karê Hûndir û hemû rayedarên dewletê kir û wiha bilêv kir: “Êdî tiştekê bikin. Bila kurê min ê 32 salî bijî. Bila kurê min ne mire. Ez dixwazim hemû kes piştgiriyê bide vê banga min û bibin alîkar. Êdî vê hewara min bibihîsin. Bila Aytaç Unsal bijî. Her kes bêdenge. Daxuyaniyekê bidin, tiştekê bêjin. Evqas jî bêwijdanî û bêînsafî nabe. Qatil li derve digerin, lê  kurê min di hûndir de, li ber mirinê ye. Ew hîna 32 saliye. 6 salan parêzertî kir. 3 salên xwe jî di girtîgehê de derbas kir. Jiyana mirovekê mijara gotinê ye. Ez li ber deriyê nexweşxanê nobetê digirim. Ez 62 salî me. Ez bang dikim ku hemû kes xwedî kurê min derkevin.”    MA / Erdogan Alayûmat