Şandin mirinê 2020-08-31 10:26:57   AMED - Derket holê ku Mûrat Yûmrûk ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê karê paqijiyê dikir û ji ber Kovîd -19’an jiyana xwe ji dest da, ligel ku rapora wî ya nexweşiyên kronîk hebû û pêşkêşî rayedarên nexweşxanê kiribû jî, di serwîsa xetarnak de hatiye xebitandin.    Derket holê ku Mûrat Yûmrûk (49) ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenî ya Amedê karê paqijiyê dikir û ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) di heftiya derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da, ligel ku rapora wî ya nexweşiyên kronîk hebû û pêşkêşî raydarên nexweşxanê kiribû jî, ji serwîsa pandemiyê nehat girtin. Li Tirkiyeyê, çawan ku yekemîn pêketiyên şewba vîrûsê hatin tespîtkirin, beşeke Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê ji bo nexweşên Kovîd-19 hat veqetandin. Yûmrûk ê berî 4 salan li nexweşxanê di Serwîsa Zarokan de, dest bi karê paqijiyê kir, ji bo serwîsa Kovîd-19 hat peywirdarkirin. Yûmrûk ê nexweşiyên wî yên weke zerika B û mezinbûna kezebê hebûn, raporên xwe yên tenduristiyê pêşkêşî rêveberiya nexweşxanê dike û ji ber ku di koma xeternak de cih digire, dixwaze li serwîsa Kovîd-19 bê girtin. Yûmrûk din ava 7 mehan de gelek caran vê daxwaza xwe pêşkêşî rêveberiya nexweşxanê dike, lê her tim bersiva neyînî ji bo wî tê dayîn. Yûmrûk li ser vê yekê serî li Wezareta Tenduristiyê dide, lê ji wir jî tu encamekê erênî nagire.    CENAZE TESLÎMÎ MALBATÊ KIRIN   Yûkrûk berî du heftiya testa xwe digire û testa wî pozîtîf derdikeve. Li ser vê yekê Yûmrûk dikin karantînayê. Lê her ku diçe rewşa wî xirab dibe û dûrê wî sewqî Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tê kirin û dixwin beşa lezgîn de. Yûmrûk piştî 8 rojan jiyana xwe ji dest dide.    Cenazeyê Yûmrûk li şûna ku ekîpmanên parastînê wî defin bikin, teslîmî malbatê tê kirin. Endamên malbatê yên cenazeyê Yûmrûk digirin, bi derfetên xwe li Goristana Asrîn a Erxeniyê defin dikin.    ‘MIRINA WÎ TEMAŞE KIRIN’   Hevjîna Mûrat Yûmrûk Ayşe Yûmrûk ji ber ku di karantînayê de bû, nekarî beşdarî merasîma cenaze bibe. Ayşe Yûmrûk bal kişand ser mirina hevjînê xwe û wiha got: “Rêveberiya Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê berpirsê mirina hevjînê min e. Rêveberiya nexweşxanê mirina hevjînê min temaşe kir. Emê gilî bikin. 4 zarokên min hene. Hevjînê min neçar bû bixebite. Bi dehan çar ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk gotibû ku ew di koma xeternak de cih digire. Lê kesekê guh ne dayê.   Parêzea malbatê Jiyan Yumruk jî, da zanîn ku Miduriyeta Giştî ya Xizmên Tenduristiyê, derbarê kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene de, nivîseke fermî ji hemû sazî û dezgehên çamawerî şandeye û wiha axivî: “Lê ligel vê hişyariyê jî Mûrat Yûmrûk tê xebitandin û destûr ji bo wî nayê dayîn. Ligel nexweşiyên wî yên kronîk jî tê xebitandin. Di heman demê de di serwîsa nexweşên koronayê de tê xebitandin.”      Yûmrûk, bal kişand ser xemsariya rêveberiya nexweşxanê û wiha  got: “Emê derbarê mijarê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî bikin. Rayedarên nexweşxanê bi zanebûn bûne sedama mirina Yûmrûk. Ev nayê qebûl kirin.”    MA / Lezgîn Akdenîz