Rojnamevan Tallî rewşa dawî ya Başûr nirxand 2020-08-31 09:53:12 HEWLÊR - Rojnamevan Weysî Tallî diyar kir ku her ku diçe alozî û êrişên Tirkiyê yên li dijî deverên Herêma Kurdistanê girantir dibe û got: "Yekane yek ji sedemê vê yê herî berbiçav jî nebûna helwesta pêwîst a Hikûmeta PDK’ê û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ye. Dîsa daxuyaniyên ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û li ser navê PDK’ê tên dayîn, êrişên Tirkiyê rewa dike."    Beşa Rojnamevaniyê ya Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDK’ê 25’ê Tebaxa 2020’an daxuyaniyeke sosret da ku ti pîvanekî li xwe nagire parve kir. Di vê daxuyaniyê de têkoşîna PKK’ê ya di serî de ji bo azadiya gelê Kurd û demê dawî di pêvajoya êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê ji nedîtî ve ji ber êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê jî PKK'ê sûcdar kir. Her wiha hedefnîşandana Mexmûr û Şengalê gumana êrişên nû yên ji aliyê Tirkiyê ve pêk werin radixe ber çavan. Ji xwe bi daxuyaniyên wiha êrîş li ser Mexmûr û Şengalê bi dawî nabin û tim dike armanca xwe. Rojnamevan Weysî Tallî yê li herêmê geşedanan dişopîne rûdanan nirxand.    Tallî da zanîn ku Rêveberiya PDK'ê bi daxuyaniyên xwe dever nîşan dide û got: "Ew didin nîşandan û dewleta Tirk a dagirker jî êriş dike. Mînaka vê ya herî berbiçav jî êrîşa li ser rayedarên Iraqê ya li devera Bradost a Kaleşîn ku têde Fermandarê Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî û Fermandarê Tugaya 2'an Mihemed Reşîd hatibûn qetilkirin, bûn.    Her wiha rojane qurbanîdana welatiyên sivîl ên li ser sînor li aliyekê şewitandina bax û baxçeyên welatiyên herêmê ku yekane çavkaniya debarê ye ev ji aliyê PDK’ê ve nayê dîtin, tim çavê wê hedefnîşandana Tevgera Azadî ya Kurd e. Ev jî dihêle ku hê zêdetir êrîş bibe û sivîl bibin qûrbanî. Ji xwe herêmên navborî ji îstixbarata navxweyî bigire heta MÎT’a Tirk hatiye tijekirin û bi vî rengî dixwazin herêmê bêdeng bikin û rehet bikarin êrîşên li ser herêmê bê nîşandan."    XELKÊ HERÊMÊ NERAZÎ YE    Tallî bal kişand ser hêrsa xelkê herêmê û wiha got: "Dema em li aliyê din dinêrin, di serî de helwesta gel a netewî ya di serî de li dijî dagirkerî pey wê re li dijî sîstema xirab a rêveberî, siyasî û aborî xwedî helwestekî cidî û redîkal e. Ji xwe di serî de xwepêşandanên li Bradost, Şêladiz, dîsa pey wê re li Silêmanî û navçeyên wê herî dawî li Zaxo kir ku ev helwest hê zêdetir bê nîşandan û vegere daxwazên giştî yên gel, ne tenê aliyekê. Di hemû çalakiyên ku tên kirin, de nerazîbûnên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê û dîsa nebûna xwedî helwest a di serî de PDK û aliyên siyasî yên hikûmeta Başûr e.   Di van çalakiyan de aliyê din ê gel nerazî û xwedî helwest e, nebûna xizmetgûzarî ya li herêmê ye. Bi taybet çalakiyên li Silêman, Ranya, Helebce, Kelar, Germiyan û hwd hatin kirin, daxwaza ximetê û alîkariya civakî dikin. Mixabin siyaseta bertîlxwerî û diziyê ya di nava hikûmetê de kiriye ku taybat piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Başûrê Kurdistan û herêmê giştî kir ku ev êşa civakî mezintir bibe. Hikûmeta PDK’ê û Başûrê Kurdistanê ji bo serî li raperîn û dîsa li dijî hikûmetê nerabin tim gel neçarî siyaseta birçîtî û mûçe kiriye. Lê mixabin demê dawî giha wê astê ku hikûmet dest daniye ser heqdestê karmendên Başûrê Kurdistanê. Di serî de heqê wan kirin nîvî û niha jî bi şêwazê paşxitinê dixwazin gel neçarî bêdengiyê bikin. Lê di vê mijarê de gel bi biryar e û daxwaza heqê xwe dike."    'ERDOGAN Û BAHÇELÎ DIXWAZIN PERGALA XWE LI BAŞÛR BICIH BIKIN'    Tallî destnîşan kir ku dema gel bi çalakiyan jî daxwaza heqê xwe dike di serî de deverên ku weke "Zer" ango PDK tê nasîn ji hemû cûre çalakiyan re hatiye qedexekirin û wiha domand: "Dema çalakî tên kirin jî di serî de pêşmergeyên taybet ên girêdayî PDK’ê dîsa pêşmergeyên bi navê ‘Roj’ ên xelkê Rojavayê Kurdistanê ne hatine perwerdekirin û ji bo karên qirêj ên hikûmetê tên bikaranîn, dixin dewreyê. Ev yek me di xwepêşandana Zaxoyê de vekirî dît. Çawa êrişî gel dikir. Di van çalakiyan de gelek rojnamevan, welatiyên sivîl hatin binçavkirin. Dîsa piştî wê gelek rojnamevan, çalakvanên siyasî yên li van deverên navborî banga çalakiyan dikin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve li ser malên wan de digirin û binçav dikin. Heta niha bi dehan kes hatine binçavkirin û ti agahiyek ji aqûbeta wan jî nîne. Her wiha li Hewlêr jî gelek nûner û endamên Partiya Tevgera Azadî ya fermî ye ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatine binaçvkirin û bi vê yekê dixwazin rêgiriyê li çalakiyên rewa û mafdar bigirin. Sîstema ku rejîma AKP a bi pêşengtiya Erdogan û Bahçelî li Tirkiyê tê kirin, heman sîstem bi versyona Kurdî li Başûrê Kurdistanê di meriyetê de ye."    'PDK BÛYE PARÇEYEK ŞIRÎKIYA TIRKIYÊ'    Tallî bal kişand ser hewldanên Tirkiyê yên li herêmê û wiha axivî: "Yek ji aliyê din ên êrîşên li ser Başûrê Kurdistan û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye ku dema em di roja îro de lê dinêrin dibînin ku PDK bi temamî bûye parçeyek ji hevkariya dagirkeriya Tirk. Aloziyên di serî de di bin navê parastina sînor a ji nexweşiya şewba Koronayê ya ji aliyê Îranê ve ku pêşmerge li Zînê Wertê hatin bicihkirin û pey wê re êrîşên 15’ê Hezîrana 2020’ê ya hemwext li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir ku îro em bêjin ew yek pêngava yekem a êrîşên dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistan û hemû destkeftiyên Kurdan e. Çima ez vê wisa dibêjim; ji ber ku piştî van êrîşan yekcar êrîşên esmanî û bejahî di astekî herî jor de ne tenê bi sînorên Başûr ve ma girêdan heta bi balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê li Silêmanî, Hewlêr, Dihokû Zaxo rojane toran davêjin û heta qetlîamê dikin. Mînaka vê jî êrişa li ser seyrangeha Kunemasî ya li Şarbajar a Silêmaniyê ku malbatek tev bûn qûrbanî.    PDK di warê îstixbaratî de agahî dide dewleta Tirk a dagirker û li ser wî esasî êriş tê kirin. Her êrîşa ku SÎHA’yên Tirk li sivîlan dike ne tesaduf in û ne ji rêzê ne. Qetilkirina ciwanên Şêladizê û dîsa fermandarên Iraqî ne hincet PKK û gerîla ye. Rast e rast hedefkirin û li ser wan re peyam didin. Hedefkirina sivîlan durxistina ji Tevgera Azadiya Kurd û alîkarî nedana gerîlayan e. Dîsa hedefkirina fermandarên Iraqî du peyam dan, yek ji bo eşîrên Bradost û Behdînan a duduyan jî peyam dana Iraqê ye ku li dijî PKK’ê nebin xwedî helwest û li gel me tevger nekin wê hedef bin. Bi vê yekê dixwain bi kevirekê çend çûkan bixin. Lê mixabin ev hesabê wan jî ma erdê. Ji ber ku di serî de Iraqê û dîsa gelê herêmê ev yek dît û li dijî vê bûn xwedî helwestên tund."    'BEROVAJÎKIRIN HEYE'    Tallî di dewama axaftina xwe de ev nirxandin kir: "Mixabin halê hazir di vê mijarê de PDK pir ketiye nava qirêjiyê û siberoja vê jî giran dixuyê. Ji ber ku têkoşîna gerîla îro dike pêşiya dagirkeriyê digire û gel diparêze. Lê PDK vê yekê tim dixwaze bi ragaihandina xwe berovajî bike û vê rastiyê binixûmîne. Ji bo vê tim daxuyaniyên sostret dide û dixwaze pêşmerge û gerîlayan bîne beramberî hev mîna şerekî 1997’an a şerê ‘Birakujiyê’. PKK jî ji bo ev yek carekî din dubare nebe pir hesas tevger dike, PDK jî tim dixwaze ji vê hesasyetê sûdê bigire ku bike PKK êrîşî pêşmerge bike û li ser vê xwe bide jiyîn. Niha hemû hewldana vê di milê siyasî û leşkerî de dike. Lê beşek mezin pêşmerge û gelê herêmê li dijî vê ye, ji bo wê PDK nikare zû bi zû vê armancê pêk bîne. Lê li aliyê Tirkiyeyê dixwaze vê bike."    KRÎZA ABORÎ Û SIYASÎ   Tallî da zanîn ku pirsgirêka aborî û siyasî ya navbera partiyên Başûr a li gel Bexda û dîsa navxweyî heye û wiha got: "Mijara dahata petrolê û dîsa mûçeyê ku hikûmeta Bexda bide Başûrê Kurdistanê taybet ji 2014’an û şûnde mijareke serê xwe bûye girêkorek û niha jî gelek ji pirsgirêkên civakî û siyasî yên hikûmeta Başûr hene çavkaniya xwe ji vêdigire. Mixabin polîtîkayên şaş ên siyasî çi YNK û PDK dike, dihêle ku gel ji vê ziyan bibîne. Başûr weke du hêlan hatiye parçekirin û YNK li aliyê xwe û PDK jî li aliyê xwe dikişîne. Ne li hev dikin û ne jî çareseriyê dibînin. Bi vî rengî hewl didin bimeşînin heta karî bibin.    Hikûmeta Bexda ji Başûrê Kurdistanê dixwaze dahat petrolê ji bo Bexda bê şandin û Bexda jî li gorî para dikeve ber Başûrê Kurdistanê bişîne. Li gel vê jî taybet Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî bi soza ku wê dawî li dizî, gendelî û nelirêtiyê bîne dest bikar kir, di vê mijarê de israr e. Di hejmara karmendên Başûrê Kurdistanê hejmarek sabit dixwaze û dîsa têkiliyên Başûr li ser Bexda ne li gel Tirkiyeyê bên kirin. Di vê mijarê de bi dehan civîn hate kirin, lê ti encamekî berbiçav nehatiye girtin."    MESELEYA KERKÛKÊ    Tallî bal kişand ser pirsgirêka Kerkûkê jî û wiha got: "Ev jî bi serê xwe mijarekî hesas e ku di nava Hikûmeta Başûrê Kurdistan û Bexda de mijarekî her dîrokî ye ku dikeve çarçoveya Madeya 140. Piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ku Kerkûk bi temamî bi hevkariya Pêşmerge û gerîla ketibû destê hêzên Kurdî, lê piştî êrîşa 17’ê Cotmeha 2017’an bi hevkariya Hêzên Heşdî Şebî û Iraqê li ser lihevnekirina aliyên PDK’ê û YNK’ê kete destê Iraqê û hebûna pêşmergeyan a li gorî peymanê li wir bimînin ji holê rabû. Ji wê rojê heta niha gelek caran hewldanên ku pêşmerge dîsa vegerin herêmê lê di serî de aliyê Tirkmen ê di bin serokatiya Erşad Erşad Salih ku yek ji serçeteyên komê çete ku dewleta Tirk ew pewrwede kirî ji bo her ihtimaleke êrîşa li ser Kerkûkê bikarin deverê kontrol bikin xwe nerazî dike ji bo hebûna pêşmerge ya li Kerkûkê."    DAIŞ XWE LI KERKÛKÊ ZINDÎ DIKE GELO?   Tallî diyar kir ku metirsiya DAIŞ'ê ya li Kerkûk, herêmê û gundên derdorî wê pir zêde bûye û got: "Rojane nebe jî di nava hefteyê de DAIŞ êrişî gundên Kerkûkê dike û welatiyên sivîl direvînin. Valahiya siyasî û leşkerî ya li Kerkûkê kir ku zû DAIŞ xwe li herêmê ji nû ve zindî bike û dest bi kirinên xwe bike."    METIRSIYA DESTKEFTIYÊN KURDISTANÊ   Tallî di dawiya axaftina xwe de vê nirxandinê kir: "Dema mirov li vê hemû dinêre, metirsiya herî mezin derdikeve pêş ew jî ji destçûna destkeftiyên giştî Kurdistanê ye. Lê mixabin gelek alî hê ji vê yekê dûr in û neketine ferqa vê yekê yan jî bi zanabûn vê yekê dikin. Li gel vê jî di warê netewî û hestê civakî de xelkê Başûrê xwedî kerametekî mezin e û tim vê yekê di çalakiyên xwe de dîne ziman. Ji bo vê demê dawî di aliyê rewşenbîr, nivîskar, kesayetên oldar û naskirî ji bo dawî li dagirkeriyê bên anîn ketine nava hewldanan. Ev jî di nava civakê de rê li ber kêfxweşiyê vekiriye û di mijara yekîtiyê de hewldan didomin. Ji bo dawî li hemû cûre êrîş û qirkirinên ku Kurdan dike hedef bê anîn şerêt yekem û karê yekem yekîtiya Kurdî ye. Ji bo vê gel û rewşenbîr û aliyên siyasî çiqasî xwe bidin ber yekîtiyê wê ewqas zûtir pêşketin pêk were û di warê statûyê de jî Kurd cihekî xwe bigire. Mînaka vê jî şoreşa Rojava ye. Hêvîdarim ku hemû aliyên siyasî û welatparêzekî/ê Kurd vê bibîne û li gorî wê bikeve tevgerê.   MA / Erdogan Altan